Konseya Hevkariyê ya Kendavê gefên Îranê yên li dijî Îmaratê şermezar kirin

Konseya Hevkariyê ya Kendavê  gefên serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û hin rayedarên Îranê yên li dijî dewleta  Îmarata şermezar kirin.

Konseya Hevkariyê ya Kendavê gefên Îranê yên li dijî Îmaratê şermezar kirin
17 tebax, 2020   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê Konseya Hevkariyê ya Kendavê (GCC) El-Hejraf  bang li Îranê kir ku li gorî bingeh û rêgezên hevpeymanên Neteweyên Yekbûyî û qanûnên navneteweyî tev bigere, rêzdariyê ji serdestiya dewletan re bigire, mudaxeleya kar û barên hundirîn neke û rageşiyan bi rêbazên aştiyane dûrî gefan çareser bike.

Konseyê piştrast kir ku ew ji bingeha parastina hevpar û ji ber ku ewlehiya konseyê nayê parçekirin, piştgiriya Îmaratê li hember her gefekê li dijî ewlehiya wê dike.

Her wiha El-Hejraf  di heman demê de bang li Îranê kir ku rêzê ji siyaseta cîrantiyê re bigire û dev ji zimanê gefan berde, ji ber xizmeta ewlehiya herêmê û cîhanê nake.

Wezareta Karên Derve ya Îmaratê berpirsê balyozxaneya Îranê ya li Ebû Zebî vexwendibû û muzakereyek protestokirina gefên Îranê yên li dijî Îmaratê radestî wî kiribû.

(eh)