Li Qamişloyê balafiran benda kontrolê ya hikumeta Sûriyê bombebaran kir

Piştî ku hêzên hikumeta Sûriyê rê li pêşî li dewriyeya Koalîsyona Navneteweyî girt, hin balafirên ku tê texmînkirin ên Koalîsyona Navneteweyî ne, bendeke kontrolê ya girêdayî hêzên hikumeta Sûriyê li başûrê bajarê Qamişloyê bombebaran kir.  Li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene.

Li Qamişloyê balafiran benda kontrolê ya hikumeta Sûriyê bombebaran kir
17 tebax, 2020   08:26
QAMIŞLO

Bendeke kontrolê ya girêdayî hêzên hikumeta Sûriyê li gundê Girê Zeheb ê li nêzî navçeya Til Birakê li başûrê bajarê Qamişloyê rê li pêşiya karwanekî Amerîkayê girt.

Piştre balafiran ku tê texmînkirin girêdayî koalîsyonê ne, ew bend bombebaran kir. Di encamê de li gorî agahiyan kuştî û birîndarên hêzên hikumeta Sûriyê çêbûne.

(şx)

ANHA