ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-08-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-08-2020`AN
16 tebax, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Sîxurê MÎT’a Tirk Îbrahîm Beşar Diwêka ku ji aliyê hêzên ewlehiyan herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat girtin, hovîtî, sûc û tecawizên ku çete û artêşa Tirk a dagirker li kantona Efrînê pêk tînin vegot. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di demên dawîn de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser  gundê Boraz ê rojavayê bajarê Kobanê zêde bûne. Lewma jiyana bi sedan sivîlên li gund di xeteriyê de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Efrînê rêzesûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê belge kir û bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û dawî li sûcên artêşa Tirk bînin. Rêxsitinê diyar kir ku li gel berdewamiya sûcan, guhertina demografî didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Seroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Minbicê Ezab Ebod got: “Eşîr eşîr û rûspiyên Dêrazorê piştevaniya projeya neteweya demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Her wiha hewl dan rêgezên wê bisepînin û piştgiriya saziyên wê bikin. Armanca komplo û derxistina fitneyan têkbirina projeya netewa demokratîk e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Çavdêr destnîşan dikin ku du armancên Peymana Aştiyê ya di navbera Îmarat û Îsraîlê de hene. Ya yekê xurtkirina şansên hilbijartinan Benjamin Netanyahu û Donald Trump di hilbijratinan de û ya din avakirina koalîsyonekê (hevalbendî) li dijî Îranê ye. (BI WÊNE).

CIWAN

- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bang li tevahî ciwanan kirin ku beşdarî pêngava  ‘Em ê teqez biserkevin’ bibin û têkoşîna li hemberî dewleta Tirk a dagirker mezin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA