Ciwanên şoreşger ên Helebê banga bilindkirina têkoşîna li dijî faşîzmê kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi daxuyaniyekê dest bi pêngava "Em ê biserkevin" kirin û banga bilindkirina têkoşînê kirin.

Ciwanên şoreşger ên Helebê banga bilindkirina têkoşîna li dijî faşîzmê kirin
16 tebax, 2020   20:21
HELEB

Bi dehan ciwanên Helebê di dema xwendian daxuyaniyê de amade bûn. Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger Bêrîvan Îbiş bi zimanê Kurdî, bi zimanê Erebî jî rêvebereke Tevgera Jinên Ciwan Emîne Ebdo daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, gelê Kurd û pêkhateyên din ên Rojhilata Navîn di aloziyên mezin û di qonaxeke zehmet re derbas dibin. Dewletên dagirker, mêtînger û kapîtalîst sûcên dermirovî li dijî gelê Kurd û gelên din pêk tînin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû gelên Kurd, Ereb, Suryen, Turkmen, Ermen û Êzidî hate kirin ku hemû qadan bikin qadên têkoşîn û berxwedanan li dijî dagirkeran.

Her wiha ciwanan soz da ku dê di vê qonaxê de pêşengtiyê bikin û ji bo gihîştina serkeftinê têkoşînê bilind bikin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Zf1PIbhpodA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>