Tevgera Ciwanên Şoreşger: Divê herkes beşdarî pêngavê bibe

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bang li tevahî ciwanan kirin ku beşdarî pêngava  ‘Em ê teqez biserkevin’ bibin û têkoşîna li hemberî dewleta Tirk a dagirker mezin bikin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger: Divê herkes beşdarî pêngavê bibe
17 tebax, 2020   04:09
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan di 15'ê Tebaxê de bi navê ‘Em ê teqez biserkevin’ pêngavek ragihandin û banga mezinkirina têkoşînê li dijî dewleta Tirk a dagirker a ku êrişî Kurdistanê dike, kir.

Girêdayî mijarê, endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Sîdem Tolhildan, di hevpeyvînekê bi ANHA'yê re diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca tunekirina hehbûna gelê Kurd û gelên din ên Rojhilata Navîn êrişê Kurdistanê dike.

Tolhildan bi bîr xist ku ji destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide dengên ji bo azadiyê bilind dibin, bêdeng bike û got: "Ev 10 sal in êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestiyane."

Tolhildan bi bîr xist tevî hemû êriş û kiryarên hobane yên li dijî gelê herêmê re jî, lê belê nikarîn vîna gelên azadîxwaz bişkînin berevajî wê asata têkoşîna wan zêdetir kir.

Her wiha bi bîr xist ku piştî têkbirina hewldanên dagirkeriya Tirk ên derbkirina şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku destkeftiyên mezin bi dest xist, niha dewleta Tirk berê xwe daye rêbazên nû wekî bikarnîna ciwanan û biçekkirina wan da ku armancên wê li herêmê pêk bîne. Sîdem  wiha berdewam kir: "Divê ciwan refên xwe xurt bikin û bi pey lîstokên dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide civakê ji hev bixe û destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  têk bibe, nekevin."

Tolhildan her wiha bang li ciwanan kir ku bi pey van siyasetan nekevin û enerjiya xwe di xizmeta gelê xwe de bi kar bînin.

Sîdem Tolhildan destnîşan kir ku ew wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger di 15`ê mehê de di bin dirûşmeya ‘Em ê biserkevin’, ji bo piştgiriya berxwedana li dijî êrişên Tirkiyê li seranserê Kurdistanê pêngavek dest pê kir û got: "Dewletên mêtînger li seranserê Kurdistanê êrişan pêk tînin. Dê berxwedana  gelê me van êrişan têk bibe. Berxwedana Heftanînê ev yek îspat kir."

Tolhildan bang li ciwanan kir ku tev li hemleyê bibin û rêxitstinbûna ciwanan xurt bikin û li dora Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG û YPJ`ê kom bibin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JORwYx9q0Ag" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>