Rêveberiya Minbicê bi boneya salvegera 4`an a rizgarkirinê serdana eniyan kir

Komîteya Amadekar a çalakiyên 15`ê Tebaxê amadekariyên salvgera rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê temam kirin. Di roja duyemîn de serdana şervanan li eniyên şer ên li dora bajarê Minbicê kir û wan bi vê boneyê pîroz kir.

Rêveberiya Minbicê bi boneya salvegera 4`an a rizgarkirinê serdana eniyan kir
Rêveberiya Minbicê bi boneya salvegera 4`an a rizgarkirinê serdana eniyan kir
Rêveberiya Minbicê bi boneya salvegera 4`an a rizgarkirinê serdana eniyan kir
Rêveberiya Minbicê bi boneya salvegera 4`an a rizgarkirinê serdana eniyan kir
16 tebax, 2020   11:52
MINBIC

Komîteya Amadekar serdana eniyên li bakur û rojhilatê bajarê Minbicê kir û rewşa şervanan ji nêz ve şopand. Her wiha salvegera 4`an a rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê pîroz kir.

Komîte ji hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo, cîgira wê Cemîle Ehmed, hevserokê Navenda Çand û Hunerê Umer Mehmûd, endama Meclisa Jinan Lemya Xilo û fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebdulrehman El-Binawî pêk hat. 

Endama di serdanê de salvegera 4`an a rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê ya ku dikeve 15`ê Tebaxê li şervanan pîroz kir û spasiya xebatên wan ji bo parastina herêmê kirin.

Her wiha gelek şervanên ku bi endamên komîteyê re axivîne, spasiya wan kir û bi rêya wan peyamek da şêniyên Minbicê ku ew ê bajarê xwe biparêzin.

Di 15`ê Tebaxa 2016`an de Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk bajarê MInbicê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. ji wê demê ve şêniyên bajêr her sal vê boneyê pîroz dikin. Lê ji ber belavbûna Koronavîrusê li herêmê, şahî li dar neket.

Komîteya Amadekar a ku Rêveberiya Sivîl ava kiriye, tenê çalakiyên sînordar li dar xistin û serdana eniyên şer kirin, her kesê ku rolek di rizgarkirina bajêr û bi rêvebirina wî de dilîze xelat kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-111AaIuohg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>