Rêveberiya Xweser bikaranîna maskan li ser şêniyan di cihên giştî de ferz kir 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li şêniyan kir ku di cihên giştî û saziyan de maskan bi kar bînin.

Rêveberiya Xweser bikaranîna maskan li ser şêniyan di cihên giştî de ferz kir 
16 tebax, 2020   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya rêzetedbîrên pêşîlêgirtina berbelavbûna Koronavîrusê de, Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê biryara hejmar (93) derxist ku divê şênî di cihên gişt, sûk û saziyan de maskan bi kar bînin.

Di naveroka biryarê de wiha hate gotin:

Ji bo parastina giştî, aramiya şêniyan û pêşîlêgirtina berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê, hevserokartiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar da:

-Divê şêniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji sêşema 18.08.2020’an de di cihên giştî, sûk û saziyan de maskan bi kar bînin.

-Her kesê/a ku maskê bi kar neyne dê hezar lîreya Sûriyê wek bac bide.

-Ev biryar di dema wê de dikeve miryetê.

ANHA