Çeteyan balafireke bêpîlot xist xwarê…Hêzên hikumetê topbaran dijwar kir

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker îro balafireke bêpîlot ku tê texmînkirin a Rûsyayê li Çiyayê Zawiya xiste xwarê. Li aliyekî din hêzên hikumeta Sûriyê asta topbarana xwe li dijî gelek deverên Herêmên "Bê Çek" zêde kir.

Çeteyan balafireke bêpîlot xist xwarê…Hêzên hikumetê topbaran dijwar kir
16 tebax, 2020   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), Odeya operasyonên Fetih El-Mubîn vê sibehê li asîmana Hirş Benîn li Çiyayê Zawiya li başûrê gundewarên Idlibê balafireke bêpîlot a ku tê texmînkirin a Rûsyayê ye, bi çekên giran xiste xwarê.

Hikumeta Sûriyê êrişên xwe yên bi moşekan li dijî bajarok û gundên Çiyayê El-Zawiya didomîne. Her wiha eniyên Çiyayê Ekrad li bakurê Lazîqiye topbaran dike.

Duh bi şev, hêzên hikumeta Sûriyê bi moşekan êrişî herêmên li Fatîra, Kensefra, Sifuhin, Filêfil û Helûbe li başûrê gundewarên Idlibê, gundên Tedîl û Qesir li rojavayê gundewarên Helebê û eniya Ankawî li Deşta Xab li bakur rojavayê Hemayê  kir.

(şx)