Li Xezayê rageşiya di navbera komên Filistînê û artêşa Îsraîlê de zêde bû

Asta rageşiyê di navbera komên Filistînê yên li Xezayê û artêşa Îsraîlê de zêde bû. Çavdêr diyar dikin ku di encama berdewamiya vê nakokiyê de dê şer di çend rojên bê de rû bide.

Li Xezayê rageşiya di navbera komên Filistînê û artêşa Îsraîlê de zêde bû
16 tebax, 2020   10:31
XEZA

Duh bi şev, li ser sînorên Xezayê çalakî bi armanca hêrskirina artêşa Îsraîlê li dar ket. Artêşa Îsraîlê nuqteyên Hemas û komên Filistînê kirin hedef. Her wiha aliyê Filistînê jî berîsv dan û bi du moşekan êrişî bajarokê Sderot kirin. Piştre artêşa Îsraîlê jî bersiv da.

Piştî wan gefên ji her du aliyan ve, wezîrê şer ê Îsraîlê Benny Gantz gefa bersîvdayîneke xurt da.

Gantz got: “Hemas berpirsa her balonek an jî moşekek ku li dijî Îsraîlê tê avêtin û serdestiya wê binpê dike. Hemas bi van kiryaran ewlehiya Îsraîlê binpê dike. Heger aramî li Sderotê pêk neyê, wê aramî li Xezayê jî tune be û artêşa dê bersivê bide.”

Li aliyekî din Hemasê got: “Artêşa Îsraîlê bi zanabûn xwepêşendarên aştiyane li rojhilatê Xezayê dike hedef. Gelek ji wan bi guleyan birîndar bûn. Ev êriş li dijî gelê me yê li Xezaya dorpêçkirî sûcek e û li dîroka wê ya reş zêde dibe.”

(şx)