Balafireke leşkerî ya dewleta Tirk li balafirgeha Misrata daket

Malpera Itamel Radar a şopandina rêwîtiya asmanî yên leşkerî li ser Deryayê Spî eşkere kir ku îro balafireke leşkerî ku ji balafirgeha Gazî Entab a li Tirkiyê dihat, li balafirgeha Misrata ya Lîbyayê daketî.

Balafireke leşkerî ya dewleta Tirk li balafirgeha Misrata daket
16 tebax, 2020   11:22
NAVENDANÛÇEYAN

Ruxmî hemû bangawaziyên navdewletî yên ji bo rawestandina veguhastina çeteyan ji Lîbyayê re, ya herî dawîn bangawaziya Amerîkayê ya vekişandina hemû çeteyan ji welatê ku ji ber şer wêran bûye, lê dîsa jî dewleta Tirk çeteyan dişîne Lîbyayê ji bo ku desteka hikumeta Wîfaq bike. 

li gorî Tora Erebiya ku agahiyên xwe dispêrê çavkaniyan ragihand ku balafira tijî çeteyan ji Tirkiyê dihat û li bajarê Misarayê daket.

Malpera Itamel Radar a şopandina rêwîtiyên asîmanî daxuyakirin ku balafira leşkerê ya dewleta Tirk a ku Gazî Entab bi rê ketiye, li balafirgeha Misratayê daket. 

Li gorî agahiyên ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan SOHR eşkere kirine, guman hene ku li ser wê balafirê beşek din a çeteyên Sûriyê heye. Dewleta Tirk li bajarê Gazî Entab baregehên leşkerî ava kirine da ku çeteyan beriya ku bişîne Lîbyayê perwerde bike.