​​​​​​​Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî

Di hefteya derbasbûyî de gelek bûyer rû dan; hewldanên derxistina fitneyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya hedefkirina eşîreyên Ereb, Fransa û YE'yê ji tevgerên Tirkiyê yên li rojhilatê deryaya Spî fişarên xwe yên li ser wê zêde kirin, Îmarat û Îsraîlê bi sopnseriya DYA'yê peymanek îmze kir.

​​​​​​​Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî
15 tebax, 2020   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî bal kişandin ser rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê, fikarên Ewropa ji ber tevgerên Tirkiyê yên li deryaya Spî û peymana Îmarat û Îsraîlê.

ŞERQ EL-EWSAT: MSD’Ê DER BARÊ TEVLIHEVIYA LI ROJHILATÊ FIRATÊ 3 ALÎ TAWANBAR KIRIN

Rojnameyê der barê tevliheviya li herêmên bakur û rojhilatê Firatê de nivîsî: "Meclisa Sûriya Demokratîk, der barê êrişên li dijî rûspiyên eşîrên Ereban li herêma Dêrazorê de sê alî tawanber kirin. Serokê Meclisê Riyad Derar ‘Meclisa Eşîran û Êlên Sûriyê’ ku Tirkiye piştgiriya wê dike, her wiha rejîma Sûriyê û şaneyên rêxistina DAIŞ`ê tawanber kirin ku van êrişan pêk tînin da ku li herêmê şer û pevçûnên navxweyî gur bikin.

Der barê heman mijarê de rûspî û serokên eşîran li parêzgeha Reqayê duh piştî civînekê daxuayaniyek belav kir û diyar kir ku ew bi awayê siyaseta rejîma Sûriyê û hêzên Îranê napejirînin, her wiha diyar kirin ku ew piştgiriya eşîra Igêdat dikin û Hêzên Sûriya Demokratîk xwestin ku der barê kuştina yek ji lîderên eşîra Igêdat de lêkolînê vekin, her wiha piştgiriya xwe ji bo QSD`ê jî diyar kirin.

Fermandarên hevpeymana navdewletî û fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk li gundê Elmohesen yê bajarokê Hecîn, bi serokên eşîrên Ereban yên rojhilatê Firatê re civiyan da ku aloziya li herêmê kêm bikin û kesên tawanber radestî dadgehê bikin.

Îna derbasbûyî jî serokên eşîran û rûspiyên bajarên Zibyan û Şihêl li Heql El-Umer bi berpirsên leşkerî yên Amerîkayê re civiyan, wan ji rûspiyan ji Amerîkiyan xwestin ku lêpirsîn dewam bikin da ku êrişkarên ku serokên eşîran kuştine, eşkere bibin.”

EL-EREB:FRANSAYÊ DI ALIYÊ LEŞKERÎ DE XWE DILIVÎNE Û HEWL DIDE PÊŞÎ LI KIRYARÊN TIRKIYÊ LI DERYAYA SPÎ BIGIRE

Têkildarî aloziya di navbera Fransa û Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Têkildarî serokkomarê Tirkiye rûbirûbûna bi Fransayê re gelek dozen stratejîk veguherandin şerekî bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re û ew tawanbar kirin ku piştî şerê Fransayê yê li hemberî ku Tirkiye li Deyaya Spî serweriya xwe ferz bike, dest bi şêwaza nirxandinan kiriye.

Çavdêr dibînin ku  ev nameya Fransayê ji bo Tirkiyê eşkere ye û berdewama nameya ji bo Lîbyayê xîtabî Tirkiye kiribû, her wiha îşaret pê dike ku Macron di behsa Tirkiyê ji Lubnanê û şerê bi Îranê re tê digihêje.

Di gel ku her du balafirên şer xuya dibin jimareyek sînordar e ku mîsyona leşkerî li dijî Tirkiyeyê pêk bînin, ev yek nîşana lezgînîya tevgera li herêmê heta hatina balafirên din dike.

Çavkaniyan leşkerî yên Yewnanistanê diyar kir ku firqateynek û du balafir duh gihaştin Kirêt û bi hêzên Yewnanistanê re dest bi perwerdeyan kir."

EL-BEYAN: EWROPA TEVGERA TIRIYÊ LI DERYAYA SPÎ BI CEZAYAN DORPÊÇ DIKE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Li dijî destwerdana Tirkiyê ya li Deryaya Spî, Yekitiya Ewropayê hin cezayên nû li dijî Tirkiyê amade dike, da ku bi dewletîn endam re binirxîne, di vê navberê de Tirkiye amadekariyan dike ku îro û sibê li herêma di navbera giravên Rodos û Kastîlorîzo yên Yûnanistanê de rahênanên leşkerî pêk bîne."

ŞERQ EL-EWSAT: TRUMP PIŞTGIRIYA DESTPÊKIRINA TÊKILIYÊN ÎMARATÊ Û ÎSRAÎLÊ DIKE

Rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: " DYA`yê nexşerêyek diyar kir û tê de destpêkirina têkiliyên di navbera Îmarata Erebî û Îsraîlê dike armanc, di heman demê de Îmaratê jî erêkirina Îsraîlê ji plana ferzkirina serweriya wê li ser xaka Filistînê ya li Dîfa El-Xerbiyê red kir û di dawiyê hevpeyman ji bo kar û xebata ji beriya çend salan ve Îsraîl ji bo pêşî li cîhanê erebî veke serkeftî bû. Her wiha dema hilbijartinên serokatiyê nêzîk bûye ku jî meha Mijdarê ye û hevpeyman ji bo serok Donald Trump serkeftineke siyasî çêdike." 

Trump ragihand ku ev gava dîrokî ewlehî û aramiya li herêmê mîsoger dike û ev gav dihêle têkiliyên Îsraîlê bi dewletên cîhana erebî re baş bibin. Serok eşkere kir ku ew ê hevpeymana di navbera wezîrên Îsraîlê Benyamîn Netanyahu û mîr Ebû Zebî Şêx Bin Zayîd de dê di nava çend hefteyên bê de li Koşka Spî li dar bikeve.

Ev hevpeyman ji Îranê re derbe ye, gelek pere ji bo komên Îranê diçe, lê ji dema Amerîkayê ji hevpeymana nukleerî vekişiyaye rewşa Îranê dijwar e û dema di hilbijartinan de bi ser bikeve ew ê di nava 30 rojan de hevpeymekê bi Îranê re mohr bike."