ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-08-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-08-2020`AN
15 tebax, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa kantona Hesekê li taxa Telayê bi daxuyaniyekê vekirina kampa nû ya ji bo koçberên Serêkaniyê radighîne, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Meclisa Jinan a PYD'ê ya herêma Firatê Sara Xelîl destnîşan kir ku êrişên li ser Heftanînê hebûn Kurd û hêzên berxwedêr dike armanc û got, madem berxwedêr li Heftanînê hene wê dewleta Tirk nikaribe hebûna kurdan tune bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çeteyên DAIŞ'ê di Tebaxa 2014'an de komkujiyeke li dijî eşîreya Şiêtat pêk anî, xelkên wê qetil kirin û jinên wan sirgûn kirin. Ji bo rê li pêşiya komkujiyên mîna vê komkujiyê were girtin, eşîreyê xwe bi rêxistin kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer û mafnasên ji kantona Şehbayê diyar kirin ku dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan  bi qanûnên navneteweyî re bi nakok e, di heman demê de piştrast kirin ku Rêber Abdullah Ocalan kesyatek têkoşer e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di hefteya derbasbûyî de gelek bûyer rû dan; hewldanên derxistina fitneyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya hedefkirina eşîreyên Ereb, Fransa û YE'yê ji tevgerên Tirkiyê yên li rojhilatê deryaya Spî fişarên xwe yên li ser wê zêde kirin, Îmarat û Îsraîlê bi sopnseriya DYA'yê peymanek îmze kir. (BI WÊNE).

ROJHILATA NAVÎN

- Siyasetmedarên iraqî bang li hikumetê kirin ku helwesteke tund nîşanî dewleta Tirk bidin û gotin: “Zêdegaviyên Erdogan ne tenê li dijî Iraqê ne, heman demê de li dijî hemû  neteweya Ereb û welatê Ereb bi tevahî ye.” (BI WÊNE).

JIN

- Agahiya destpêkirina pêngava rizgarkirina bajarê xwe bi rêya televîzyonê bihîst. Wê demê zanî dê piştî reşiya ku çeteyên DAIŞ’ê bi xwe re aniyê bajêr, ronahiyê bibîne. Her çendî rojên bi êş jiyan kir jî, lê hêvî qut nekir û li benda rizgarkirina Minbicê ma. Piştî rizgarkirinê çavên xwe kil da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kampa koçberên Girê Spî ku 1220 jin tê de hene, bi baweriya vegera warê xwe li dijî hemû astengiyan liberxwe didin û xwe bi rêxistin dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Kampa Waşûkanî tevî derfetên kêm bi hevkariya Heyva Sor a Kurd pêşî li belavbûna Koronavîrûsê digre. Lê dîsa koçber derbarê vê yekê de metirsîdar in û bang li rêxistinên mirovî dikin ku destwerdanê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA