​​​​​​​‘Sûcên li dijî Rêber Ocalan tên kirin, bi naqûnên navneteweyî re bi nakok in’

Parêzer û mafnasên ji kantona Şehbayê diyar kirin ku dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan  bi qanûnên navneteweyî re bi nakok e, di heman demê de piştrast kirin ku Rêber Abdullah Ocalan kesyatek têkoşer e.

​​​​​​​‘Sûcên li dijî Rêber Ocalan tên kirin, bi naqûnên navneteweyî re bi nakok in’
16 tebax, 2020   02:16
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Duh parêzerên Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Bursa serî li dozgeriya giştî ya Tirkiye dan, da ku hevdîtinê bi muwekilê xwe re çêbikin. Lê weke her carê dîsa dozgeriyê xwesteka wan red kir.  

Di hefteyên derbasbûyî de komîteya têkoşîna li dijî îşkenceyê ya Ewropayê CPT sardana Îmraliyê kir, di rapora xwe de diyar kir ku sûcên Tirkiyê yên li dijî girtiyan pêk tîne li dijî qanûnên navneteweyî ne, lê dîsa jî CPT li hemberî tecrîda li ser Rêbertî bi erka xwe ranebû.

‘OCALAN KESAYETEK TÊKOŞER E’

Mafnas û çalakgerê siyasî Ellaadîn Kalo diyar kir ku civaka navneteweyî   Rêber Ocalan wekî kesayetek têkoşer dibîne û wiha axivî: “Ev proje ya tevahiya gelên têkoşer û berxwedêr e, lê sîfeta terorê ya li Rêbertî kirin, ew ji ber siyasetan û berjewendiyên navneteweyî ye û ji aliyê serokatiya  Konserya Ewlehiyê yan jî rêxistinên mafên mirovan ve tu biryar pê tune ye. Dîlgirtina Rêbertî li dijî biryar û qanûnên navneteweyî ye. Heta mirov dikare bêje ku Rêbertî ne girtine,  ji ber dewletên navneteweyî Rêbertî revandin û cudabûneke mezin di navbera revandin û girtinê de heye. Paşê ji dewletekê revandin dewleteke din û di 15-2-1999`an de gelek dewletên îstixbaratî û siyasî tev li dîlgirtina Rêbertî bûn. Dema Rêber Ocalan li Îtalyayê bû, daxwaznameya siyasî pêşkêş kir. Piştî daxwaz li dadgeha Romayê ya Îtaliyayê kir hate tesbîtkirin, piştî çend mehên di girtîgeha Îmraliyê de mabû daxwazname hate erêkirin. Li vir sîfeta terorê tê rakirin û wekî têkoşerekî tê dîtin.  Heta hikumeta Îtaliyayê dikare destwerdanê bike û pîvanên derqanûnî yên hikumeta Tirkiyê dide meşandin bişopîne.”

SÛCÊN LI DIJÎ GIRTIYÊN ÎMRALIYÊ

Têkildarî sûcên desthilata Tirkiyê û binpêkirina qanûnên navneteweyî Kalo got: “Nêzîkatiyên dewleta Tirk bi tevahiya biryarên Komeleyên giştî yê Desteya Netewên Yekbûyî ku di sala 1999`an de hate derxistin bi nakok e, ji ber biryarên heyî parastina mafên girtiyan dike.”

Di heman demê de bi perspektîf û pîvanên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya 1961`ê û bend û madyên hevpeymanên navneteweyî yên parastina sivîlan û siyasiyan a 1966`an re bi nakok e.

Kalo axaftina xwe wiha domand: “Dewlet dixwazin li ser hesabên exlaq û mirovahiyê berjewendiyên xwe qezenc bikin, destên her kesî di dîlgirtina Rêber Ocalan de hebû. Ji Rûsya bigire û heta bi Îsraîl, Amerîkayê û Nairobiyê. Berjewendiyê xwe di ser rûmet, azadiya kesayetan re digirin heta di ser azadiya gelên têkoşer re jî digirin.”

Elladîn Kalo bêdengiya Rêxstina Tenduristiya ya Cîhanê (WHO) nexasim di vê dema ku vîrusa Korona berbelav e şermezar kir û got: “Rêxstina tenduristiyê baş kar nake. Dikare komekî bişîne da ku tendursitiya girtiyên di girtîgehên Tirkiyê  de bişopînin.”

Li aliyekî din jî parêzer Lezgîn Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk a ku îdîa dike banga demokratiyê dike, berî her dewletê dîktatorîyetê dide meşandin û wiha got: “Bi taybet jî bi hemwelatiyên xwe re, mînaka wê jî girtina rojnemevanan, kesên li dijî navendîbûna Tirkiyê disekinin, ji ber ew li dijî pirrengiyê ye û tek ziman û tek alekê dide ferzkirin û li dijî kesên muxalif an girtin an jî tune kirin ferz dike.”

KOMÎTEYA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ÎŞKENCEYÊ BI ERKA XWE RANEBÛ

Lezgîn Ehmed got: “Tevî CPT sardana girtîgeha Îmraliyê  kir û têkildarî vê yekê raporek derxist, lê dîsa jî tu gavên erênî neavêt û hedek ji kiryarên desthilata Tirkiyê û rakirina tecrîdê re dananî.”

Lazgîn Ehmed di dawiya axaftina xwe de da zanîn, ji mafên girtiyane  ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê çêbike, lê desthilata Tirkiyê vê yekê red dike, di rastiyê de divê  parêzer bi mukilê xwe re hevdîtinê bike û miwekîlê  xwe biparêz e.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FW9JnWtsAc8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>