Di bombebarana balafirên dewleta Tirk de li Dihokê 3 sivîl şehîd bûn

Di encama hedefgirtina balafira dewleta Tirk a erebeyeke sivîl li bakurê Dihokê ya Başûrê Kurdistanê de, 3 sivîl şehîd bûn.

Di bombebarana balafirên dewleta Tirk de li Dihokê 3 sivîl şehîd bûn
14 tebax, 2020   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, vê sibehê balafireke dewleta Tirk erebeyeke sivîl li derdora gundê Erdena yê navçeya Bamernî ya bakurê parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê hedef girt.

Di encama bombebarana balafirê de 3 sivîl şehîd bûn û kesek jî birîndar bû.

Heta niha tu agahiyên li ser nasnameyên qurbaniyên di erebeyê de bi dest neketine.

(fr)