Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li rayedaran da

Malbata rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo dîtina xizmên xwe careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li rayedaran da
14 tebax, 2020   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe serî li rayedaran da.