Hêzên hikumetê çiyayê El-Zawiya topbaran kir

Hêzên hikumeta Sûriyê, dîsa herêmên li ciyayên El-Zawiya û Ekradê bi moşekan hedef girtin.  Di heman demê de çeteyên dewleta Tirk hêzên leşkerî yên nû ber bi bragehên xwe yê li herêmê ve, birin.

Hêzên hikumetê çiyayê El-Zawiya topbaran kir
8 tebax, 2020   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

L i gorî navend Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SHOR(, hêzên hikumetê bi domdarî, topbarana  bi moşekan li ser heremên Filêfil, Fitêra, Bare, Sefûhin yên çiyayê El-Zawiya, pêk tînin. Her wiha hêzên hikumetê, aniyên li çiyayê El-Ekard ya li gundewarên bakurê Laziqiyê û nexasim Hedade, topbaran dike.

Di heman demê de, balafirkên keşfê jî li asîmanê herêma "bê çek"digeriya.

Ji aliyekî din ve jî, SOHR`ê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk hêzên nû ber bi baregehên xwe yên li çiyayê El-Zawiya li gundewarên başûrî Idlibê, birin.