Sekertêrê Camiya El-Erebî: Ji bo piştgiriya lêpirsîna teqînê, em amade ne

Sekertêrê Camiya El-Erebî Ehmed Ebû Xeyîd da zanîn ku rewşa li Lubnanê zehmet e û bigirêk e û ew amade ne destekê bidin doza lêpirsînê.

Sekertêrê Camiya El-Erebî: Ji bo piştgiriya lêpirsîna teqînê, em amade ne
8 tebax, 2020   10:58
LUBNAN

Ebû El-Xeyîd piştî hevdîtina wî bi serokkomarê Lubnanê Mîşêl Ewin li Qesra Biedayê, got:" Em ê beşdarî civîna ku Fransayê ji bo piştgiriya Lubnanê bang kiribû, bibin. Ezê raporekê der barê tiştên min di serdana xwe dîtine, ji dewletên ereb û wezîrên derve re bişînin".    

Ebû El-Xeyid wiha dewam kir:" Min ji serokkomar re got hûn ruxmî vê karîsetê bi hêz in, hûn ji hember vê rewşê biserkevin. Min alîkarî û destkdayîn ji bo wan eşkere kir."