Balafireke nenas herêmên hêzên hikumetê li bejahiya Hemayê hedef girtin

Balafireke nenas herêma Selemiyê ya bejahiya rojhilatê Hemayê ya di bin serweriya hêzên hikumeta Sûriyê de hedef girt.

Balafireke nenas herêmên hêzên hikumetê li bejahiya Hemayê hedef girtin
18 tîrmeh, 2020   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) daxuyand ku li herêma Selemiyê ya li bejahiya rojhilatê Hemayê ya di bin serweriya hêzên hikumeta Sûriyê de teqîn pêk hatin, her wiha tê texmînkirin teqîn bi sedema hedefgirtina balafira nenas li dijî wê herêm ku tê de navend û baregehên Îran û komên alîgirê wê hene, pêk hat.

Li aliyekî din jî li herêmên di bin serweriya hêzên Îran û komên alîgirê wê de li gundewarên Dêrazorê, gelek teqîn pêk hatibûn.

(fr)