Sersaxî ji malbat şehîd Mistefa Hito re hat xwestin

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Mistefa Hito re xwest.

Sersaxî ji malbat şehîd Mistefa Hito re hat xwestin
Sersaxî ji malbat şehîd Mistefa Hito re hat xwestin
Sersaxî ji malbat şehîd Mistefa Hito re hat xwestin
Sersaxî ji malbat şehîd Mistefa Hito re hat xwestin
18 tîrmeh, 2020   11:24
QAMIŞLO

Konê sersaxiyê li taxa Qidorbeg a li bajarê Qamişlo li pêşiya mala şehîd hatibû vedan, kon bi wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, QSD hatibû xemilandin.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mistefa Hito di 15`ê Tîrmehê de, bi encamê nexweşiyê de şehîd bûbû.

Her wiha endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Kongreya Star, PYD, saziyên civaka sivîl û  rêhevalên şehîd serdana konê sersaxiyê kirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê axaftin hatin kirin, her wiha  axaftivanan sersaxî ji malbat şehîd re xwest.

Di bin kon de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk Lazgîn Elî axivî, destpêkê sersaxî ji malbata şehîd Mistefa Hito re xwest û bal kişand ser nirxê şehîdan û got: "Şehîd bi xwîna xwe ya paqij dîrokeke nû ji gel û welatê xwe re nivîsand, dîrokeke bi qehremantî û serkeftinan dagirtî ye ".

Elî da zanîn ku her welatek bi tiştekî tê naskirin û got: "Îro Rojava bi qehremantiya xwe tê naskirin, ji ber vê yekê em ê şehîdên xwe ji bîr nekin, wê şehîdên me di dil û rihê me de bimînin"

Wê konê sersaxiyê hetanî seatên berêvarî vekirî be.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/i1iLM6wTzZA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>