Tunisê gelek hêz li ser sînorê Lîbyayê belav kirin

Wezîrê parastinê yên Tunisê Îmad Hezqî got rewş li Lîbyayê xeternak û awarte ye, her wiha hejmareke mezin ji çete û çekan li Lîbyayê heye, wê jî hişt ku Tunis amadekariya belavkirina artêşê li ser dirêjahiya sînor bike.

Tunisê gelek hêz li ser sînorê Lîbyayê belav kirin
18 tîrmeh, 2020   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Îmad Hezqî ji ajansa Tunsî Afîkayê re daxuyand ku metirsiyên li ser sînorê Tunisê hene, ji ber ku li Lîbyayê rewş xeternak û awarte ye ku tê de şer, hejmareke mezin ji çete û çekan hene.

Hezqî diyar kir ku vê rewşê hişt ku Tunis asta hişyarî û baldariyê bike û artêşê li seranserî sînor belav bike.

Hezqî destnîşan kir ku nakokî bi hewldana derbasbûnê hene, her wiha bal kişand ser ku dê li hember vê yekê bisekin û herêmên sînor, herêmên leşkerî ne. Her wiha qanûn dihêle ku artêş tevahî rêbazan ji bo li hember van bûyeran bisekine, bi kar bîne.

Di heman demê de jî dewleta Tirk bi hezaran çete ji bo êrişkirina li ser bajarên Sirte û Cefrayê şandin.

(fr)