Zelal Ceger: Şoreşa 19’ê Tîrmehê jidayikbûna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye

Zelal Ceger diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê destpêka jidayikbûneke nû ji bo gelê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha da zanîn ku gel bi rêya wê, nasname û mafên ji hêla rejîmên destpot û kapîtalîzmê ve hatibûn çewisandin, bi dest xistin.

Zelal Ceger: Şoreşa 19’ê Tîrmehê jidayikbûna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
Zelal Ceger: Şoreşa 19’ê Tîrmehê jidayikbûna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
Zelal Ceger: Şoreşa 19’ê Tîrmehê jidayikbûna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
Zelal Ceger: Şoreşa 19’ê Tîrmehê jidayikbûna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
17 tîrmeh, 2020   12:49
QAMIŞLO

Yekitiya muteahhîtan a herêma Cizîrê şaxê Qamişloyê îro civîna xwe ya salane li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê li dar xist. Di civînê de hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger jî amade bû.

Hola civînê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên sembolên şoreşa Rojava û pankartên "Muteahhît bingeha pêşxistina avahiyên li welat in" û "Hunera avahiyê rûyê çanda gelan û pêşdeçûna wê diyar dike" hatin xemilandin.

Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger di civînê de rasthatina salvegera 8’an a şoreşa Rojava 19’ê Tîrmehê li tevahî beşdaran, gelê Kurd û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha got: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê mîna welidîna nû ya gelê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, her wiha bi rêya wê gel nasname û mafên xwe bi dest xistin."

Zelal Ceger îşaret bi rewşa niha kir û wiha domand: "Dewleta Tirk di siyasetên xwe yên çewisandina mafên gelê herêmê de berdewam e, her wiha duh jî balafireke wê nuqteyeke sivîl li navçeya Dirbêsiyê hedef girt."

Zelal Ceger bal kişand ser pêşdeçûnên li Rojhilata Navîn û wiha axivî: "Tişta li ser erdê pêk tê, ji hêla dewletên kapîtalîst ve ye ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e, hilweşîna aboriya cîhanî ya hin dewletan li ser hesabê rakirina aboriya xwe ye."

Piştre Silêman Xelîl rapora salane xwend, her wiha dayîna hin muteahhîdan pereyan ji hin saziyên li herêmê spas kir. Her wiha Xelîl diyar kir ku hin muteahhîd li hember bihabûna çîmento û hesin astengiyan di avakirina avahiyan de dikişînin.

Yekitiyê eşkere kir ku 35 muteahhîd û 19 şîrket di sala borî de tev li yekitiyê bûne, her wiha bi wê re jî hejmara muteahhîdên sandîkaya Qamişlo bû 202 endam.

Tê payîn rêveberiya hevbeş a Yekitiya Muteahîdan şaxê Qamişloyê di dawiya civînê de bê hilbijartin.

(fr)