Qeftan: Em piştgiriya xebatên QSD`ê dikin

Îbrahîm Qeftan destnîşan kir ku ew desteka xebatên Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo rizgarkirina tevahiya herêmên Sûriyê yên dagirkirî dikin û xebatên nêzîkirina nêrînên gelê Sûriyê silav kirin.

Qeftan: Em piştgiriya xebatên QSD`ê dikin
Qeftan: Em piştgiriya xebatên QSD`ê dikin
Qeftan: Em piştgiriya xebatên QSD`ê dikin
Qeftan: Em piştgiriya xebatên QSD`ê dikin
Qeftan: Em piştgiriya xebatên QSD`ê dikin
Qeftan: Em piştgiriya xebatên QSD`ê dikin
17 tîrmeh, 2020   13:21
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Sûriyeya demokratîk nenavendî spandina Rêveberiya Xweser û xurtkirina Hêzên Sûriya Demokratîk",  Partiya Pêşerojê ya Sûriyê îro kongerya partiyê ya şaxê kantona Qamişloyê li dar xist.

Ev kongre ya pêncam e ku di çarçoveya amadekariyên partiyê de ji bo lidarxistina kongreya giştî li dar ket.

285 delege, berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê Hisên Ezam û nûnerên partiyên siyasî yên herêma Cizîrê û rûspiyên êlan tev li kongreyê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, serokê Nivîsgeha Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Qamişlo Muaz Ebdulkerîm perspektîvên meclisa giştî ya partiyê xwendin. Piştre serokê partiyê Îbrahîm Qeftan axivî û destnîşan kir ku aloziya Sûriyê li gel mudexeleya dewletên herêmî yên ku armanc dikin projeyên xwe pêk bînin, bê çareserî derbasî sala xwe ya dehan dibe.

Qeftan îşaretpê kir ku divê derfet ji hêzên demokratîk re bêne peydakirin da ku bi erkên xwe rabin û welêt ji rewşên ku tê re derbas dibe biparêzin.

Qeftan da xuyakirin ku partî xwedî bernameyeke ye ku asoyên teng derbas dike, xwedî li nêrînên çînên siyasî û çandî yên cuda derdikeve û ji hemûyan re vekirî ye.

Di nava axaftinên xwe de Qeftan destnîşan kir ku ew piştgiriya xebatên Hêzên Sûriya Demorkatîk ji bo rizgarkirina tevahiya herêmên Sûriyê yên dagirkirî dikin.

Her wiha bal kişand ser ku Sûriyê dê li ser gelek stûnan ava bibe; pirrengiya çandî, aştiya li ser bingeh maf û erkan, nenavendîbû û derxistina tevahiya hêzên dagirker ji Sûriyê bi rêya gerên NY, Meclisa Ewlehiyê û qadên navdewletî yên têkildar.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan diyar kir ku pêwîste aliyên Sûriyê dest bi diyalogê bikin da ku aloziya xwe bi rêya destûrek demokratîk çareser bikin. Qeftan xebatên nêzîkkirina nêrînên gelê Sûriyê çi bi rêya diyaloga kurd-kurd an jî sûrî-sûrî bi erênî nirxand.

Di dawiyê de serok û cîgirê serokê Partiya Pêşerojê şaxê Qamişloyê û 31 endam li ser asta kantona Qamişloyê hatin hilbijartin.

(şx)

ANHA