Mihemed Weysî: Panel ji bo avakirina civakeke birêxistinkirî ya bi serkêşiya ciwanan girîng in

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Efrînê îşaret bi girîngiya lidarxistina panelên di nava ciwanan de kir û got “Bi rêya panelan çareserî ji pirsgirêkên ciwanan re tên dîtin û civakeke birêxistinkirî ku ciwan bi rê ve dibin, ava dibe.”

Mihemed Weysî: Panel ji bo avakirina civakeke birêxistinkirî ya bi serkêşiya ciwanan girîng in
17 tîrmeh, 2020   07:42
ŞEHBA- ALAN REŞÎD- MÎDIYA HENAN

Bi dirûşma "Şerê gel ê şoreşgerî mîsogeriya jiyana azad e" Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li kantona Şehbayê panelek li dar xist. Panelê 2 rojan dewam kir.

Têkildarî mijarê, ANHA’yê bi hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê yê Herêma Efrînê Mihemed Weysî re hevpeyvînek çêkir.

Mihemed Weysî di destpêka axaftina xwe de got: “Du mijar hatin nîqaşkirin. Ya yekê li ser dozên ciwanan, azar û pirsgirêkên wan ên li gel komployên hêzên desthilatdar. Mijara duyemîn jî li ser şerê taybet û şerê gel ê şoreşgerî bû. Nîqaşên ciwanan baş bi rê ve çûn û piranî li ser siyasetên dewleta Tirk û hewldanên kontrolkirina mêjiyê ciwanan û dûrxistina wan ji şoreşê bû. Ciwanan nêrînên xwe parve kirin û pirsgirêkên xwe nîqaş kirin.”

Mihemed Weysî da zanîn ku şerê gel ê şoreşgerî û şerê taybet jî mijarên nîqaşê bûn û wiha berdewam kir: "Nîqaş pir girîng bûn. Nirxandina wan li ser mijarê ew bû ku şerê taybet siyaseteke ku dewletên hegemon bi armanca dûrxistina ciwanan ji cewherê wan, dimeşînin. Em dikarin bêjin ku bi rêjeyeke mezin dewletên desthilatdar karîbûn ciwanan dûrî cewherên wan bixin û mêjiyê wan bi mijarên ku wan dûrî armancên şoreşgerî dixin ve mijûl kir. Lê belê bi rêya panelên bi vî rengî em dikarin ciwanan vegerînin rêya rast."

Weysî di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku ciwan gelên birêxistinkirî ber bi aramiyê ve dibin û got: “Lidarxistina panelan di nava ciwanan de û hemû beşên civakê de, ji bo têkbirina êrişên Tirkiyê û avakirina civakeke demokratîk a bi serkêşiya ciwanan, pir girîng e.”

(cx)

ANHA