Desteya Tenduristiyê dest bi sererastkirina nexweşxaneya Şedadê kir

Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê piştî bangên domdar ên gel, dest bi sererastkirina nexweşxaneya Şedadê kir da ku ji nû ve dest bi xebatê bike. 

Desteya Tenduristiyê dest bi sererastkirina nexweşxaneya Şedadê kir
Desteya Tenduristiyê dest bi sererastkirina nexweşxaneya Şedadê kir
Desteya Tenduristiyê dest bi sererastkirina nexweşxaneya Şedadê kir
Desteya Tenduristiyê dest bi sererastkirina nexweşxaneya Şedadê kir
17 tîrmeh, 2020   07:06
HESEKÊ-BASIM DEXÎL

Nexweşxaneya Şedadî mezintirîn navenda xizmetguzariyê ya tenduristiyê ye ku çeteyên DAIŞ’ê alavên wê dizîn û talan kirin. Her wiha QSD’ê di 2016’an de rizgar kir.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihandibû ku wê dest bi sererastkirina nexweşxaneyê kiribû, lê ji ber êrişa dewleta Tirk ên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, plana xebatê hat astengkirin, her wiha pandemiya Koronavîrusê jî bû sedema sekinîna tevgera sererastkirina gelek xebatan.

Piştî bangên gel ji bo amadekirina nexweşxaneyê, her wiha ji ber kêmbûna navendên tenduristiyê li navçeyê û herêmên nêzî wê, Desteya Tenduristiyê dest bi karê amadekirina nexweşxaneyê kir û ew kar li ser qonaxan dabeş kir.

Endamê rêveber ê Desteya Tenduristiyê ya meclisa navçeya Şedadê Salih Elî diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi Desteya Tenduristiyê re îro bi awayekî fermî dest bi xebata sererastkirina nexweşxaneyê kir û destnîşan kir ku ev kar li ser qonaxan hate dabeşkirin.

Qonaxa yekemîn paqijkirina nexweşxaneyê ji bermahiyên şer e,  di qonaxa duyemîn de nexweşxane bi giştî û bi taybetî cihên ku ji ber şer û kiryarên çeteyên DAIŞ’ê hatine rûxandin, wê bên sererastkirin, her wiha ya sêyemîn dê alav û kadroyên taybet ên tenduristiyê bên amadekirin.  

Elî diyar kir ku nexeşxane wê di kêmî salekê de bê sererastkirin û da zanîn ku di dema niha de şênî bêhtir berê xwe didin nexweşxaneya gel a li navçeyê, ji ber ku ew yekane navenda tenduristiyê ya li herêmê ye û xizmeta 500 gundên bejahiya Şedadê û navçeyên derdora wê dike.    

Nexweşxaneya Şedadê mezintirîn navenda tenduristiyê li kantona Hesekê ye, DAIŞ’ê jî ew wek cihekî dermankirinê û navendeke leşkerî ji xwe re bi kar dianî, her wiha beriya ku çete bi destê QSD’ê têk biçin, amûrên nexweşxaneyê hemû dizîn û xirab kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QrmRUxlqcAg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>