Rojeva rojnameyên erebî - 17 Tîrmeh

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Idlibê, aloziya Tunisê û nakokiya Misir-Tirkiyê ya li ser Lîbyayê kir.

Rojeva rojnameyên erebî - 17 Tîrmeh
17 tîrmeh, 2020   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: SEWQIYATÊN LEŞKERÎ LI IDLIBÊ, NÎŞANEYA ŞERÊ DI NAVBERA ŞAM Û ENQEREYÊ DE YE

Têkildarî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Çavkaniyên ji opozîsyona Sûriyê eşkere kir ku hêzên hikumeta Sûriyê û Rûsyayê dest bi şandina sewqiyatên leşkerî ber bi parêzgeha Idlibê ve ji bo şerekî nêz, kir.

Çavkaniyan piştrast kir ku hêzên hikumeta Sûriyê di çend rojên borî de sewqiyatên leşkerî ji bejahiyên Şam û Humisê, her wiha hêzên girêdayî Feyleq 5 a Rûsyayê û yekîneyên Rûsyayê yên taybet jî şandin parêzgeha Idlibê.

Heman çavkaniyan diyar kir ku hêzên hikumeta Sûriyê xwe ji bo şerekî leşkerî, dibe ku piştî hilbijartinên yekşema bê, amade dikin. Her wiha dibe ku ev sewqiyatên leşkerî kaxiza fişara li dijî dewleta Tirk be ku sewqiyatên leşkerî bi rêya dergeha Kefer Losîn re dişîne Idlibê.

Bi wê re jî balafirên Rûsyayê û topavêjin rejîma Sûriyê di 2 rojên berê de herêmên bejahiyên Idlibê topbaran û bombebaran kirin.”

EL-BEYAN: LÎSTEYA JI BO RAKIRINA XENOŞÎ JI SEROKATIYA PARLAMENTOYÊ RE

Der barê rojeva Tunisê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Duh bi awayekî fermî lîsteya kişandina baweriyê ji serokê parlamentoyê Raşîd Xenoşî ji nivîsgeha meclisê re hat şandin."

Di lîsteyê de 73 îmzeyên parlamenterên Bloka Demokrat, Bloka Tehya Tunis û Bloka Îslahê û hejmareke ji blokên serbixwe û nîştimanî hene.

Di naveroka lîsteyê de gelek tawanên li dijî serokê tevgera Nehda ya Îxwanî hene. Jê jî destwerdana li siyasetên derve ku zêdegaviyeke li dijî destûrê ye, her wiha helwestên siyasî yên der barê pirsgirêkên navdewletî û herêmî yên hesas de ku ne li gorî helwestên dewleta Tunisê ne, pêşwaziya balyoz û mêvanên biyanî û derxistina daxuyaniyan bêyî lêvegera li nivîsgeha meclisê û karmendkirina  rêveberiyê di xizmeta ajandeyên derve de hene.

Dê nivîsgeha parlamentoyê, lîsteyê pêşkêşî rûniştina giştî bike ku nîqaş bikin û dengdanê li ser bidin. Heke 109 dengên alîgir hebin dê Raşid Xenoşî bê rakirin. Her wiha li gorî çavkaniyên şopîner dengên piştevaniya lîsteyê 90 derbas kir.”

ŞERQ EL-EWSAT: ÊLÊN LÎBYAYÊ ERKA PARASTINA SERWERIYÊ DIDIN SER MILÊ SÎSÎ

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Duh serokê Misirê diyar kir ku welatê wî dê li hemberî gefên rasterast ên li dijî ewlehiya neteweyî ya Misir û Lîbyayê bê deng nemînin. 

Di civîneke li Qahîreyê de ku hejmarek senator û rûspiyên Lîbyayê tê de beşdar bûn, Sisî dubare behsa Sirte û Cefrayê kir û got ku ev xetên sor ên ku wan li Sîdî Biranî ragihandin, di bingeha xwe de banga aştiyê û bidawîkirina şerê li Lîbyayê bû û di dawiyê de jî divê ne ji aliyê rojhilat û ne jî rojavayê Lîbyayê werin derbaskirin. Misir dê li hemberî gefên rasterast ên li dijî ewlehiya Misirê û Lîbyayê bê deng nemîne, heta ne jî Misirê û Lîbyayê bi tenê lê belê ji bo welatên Ereban, herêmî û navneteweyî jî dê bê deng nemîne. Heke Misir destwerdana Lîbyayê bike ew ê guhartin di qada leşkerî de çêbin, ji ber xwedan artêşeke xurt e.

Li aliyekî din jî mezin û rûspiyên êlên Lîbyayê ji bo parastina serweriya Lîbyayê serok Abdulfettah Sîsî pêşniyar dikin, her wiha ji bo parastina ewlehiya neteweyî ya Misirê û Lîbyayê hemû tedbîran bistînin û bersiva rûbirûbûna hevbeş jî bide, ev jî li ser banga parlamantoya Lîbyayê û Misirê ya parastina gelê Lîbyayê û parastina yekitiya welatê wî pêk hat.” 

(fr-eh)