‘Şanoya kurdî hîna di asta avabûnê de ye’

Şanoger û derhêner Mihyedîn Erselan got şanoya kurdî hîn di qonaxa destpêkê de ye. Her wiha endamê komîna şanoyê Abdurehman Îbrahîm destnîşan kir ku şanoya kurdî di asta avabûnê de ye û diyar kir ku şano astengiyê di bikaranîna zimanê kurdî de dibîne û piştgirî jê re divê da ku peymangehên taybet ji bo şanoyê bên vekirin. 

‘Şanoya kurdî hîna di asta avabûnê de ye’
17 tîrmeh, 2020   06:40
QAMIŞLO-BOTAN HISÊN-SOLÎN REŞÎD

Mîhrîcana Çand û Hunerê ya 7’an a li bajarê Qamişlo li Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) berdewam e, her wiha gelek şano hatin pêşandan.   

Mihyedîn Erselan der barê astegiyên ku dibînin û asta pêşxistina şanoyê de wiha ji ANHA’yê re axivî: “Şanoya kurdî hê jî di asta destpêkê de ye û pêdiviya wê bi gelek girîngî û baldariyan heye.”

Erselan diyar kir ku şanoya kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê di bin dagirkerî û qedexekirina zimanê dayikê de dijî. Ji lew re pêdivî bi demê heye ku pêngavan biavêje. 

Erselan dibîne ku şanoya kurdî li Rojavayê Kurdistanê pêngavên mezin avêtin û diyar kir ku du mîhrîcana Mîtan a li Efrînê û Yekta a li Qamişloyê ku li ser asta Rojavayê Kurdistanê hatibûn lidarxistin,  gavên serkeftî ne.  

Der barê astengiyên li pêşberî şanoya kurdî de Erselan wiha domand: "Piranî astengiyên li pêşberî me, ew in ku nivîskar bi zimanên dagirkerên 4 parçeyên Kurdistanê ji dêvla zimanê dayikê dinivîsin."

Mihyedîn Erselan bang li hemû nivîskaran kir ku bi zimanê kurdî binivîsin û wiha got: "Çanda me bi çîrokan dewlemend e û em dikarin şanoya kurdî bi pêş bixin, lê divê tîmek ji nivîskar, aktor û derhênerên şanoyê hebe." 

Miyedîn Erselan di dawiyê de wiha got: "Mîhrîcana ku niha hatiye vekirin, li pêş nivîskaran vedike, her wiha her nivîskar dibêjin heke me şanoya kurdî nivîsandin dê li ku derê bên pêşandan? Lê belê bi van derfetên nû em dikarin bêjin ku di qonaxa navîn ji pêşetinê de ne, hêviya em di qonaxên pêş de gelek pêşketin di şanoyê de bên çêkirin."

Li aliyekî din jî endamê komîna şanoyê Abdurehman Îbrahîm destnîşan kir ku şanoya kurdî di qonaxa avabûnê de ye û diyar kir ku gelek şano tên lidarxistin, lê ew ne di asta ku tên xwestin de ne.

Îbrahîm diyar kir ku hîn jî beşdarbûna ji şanoyê re kêm e û wiha got: “Dema em dibînin gelek kes berê xwe didin şanoyê, wê demê tê xuyakirin ku ew bajar xwedî şaristaniyeke dewlemed e, lê ev tişt li herêmên me çênebû, her wiha da ku em vê baweriyê di çavên temaşekeran de biçînin, divê hemû enerjiya xwe ji bo şanoyê pêk bînin û peymangehên şanoyê ava bikin.”

Îbrahîm destnîşan kir ku pêwîstiya şanoyê bi piştgiriya madî heye, ji ber ku gelek şanoger di dema valahiya xwe de dixebitin, her wiha daxuyand ku tu piştgirî ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ve nayê pêşkêşkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/j64RQtLEhjg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>