‘Divê pirsgirêka nan demildest bê çareserkirin’

Li herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev demek e ku pirsgirêka ard û nan tê heye. Xelk li bende ye ku ev pirsgirêk di demeke zû de bê çareserkirin. Rayedaran jî daxuyand ku hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin, lê bang li gel jî kirin ku ger rastî nelirêtiyekê hatin yekser giliyê xwe bigihîn wan.

‘Divê pirsgirêka nan demildest bê çareserkirin’
‘Divê pirsgirêka nan demildest bê çareserkirin’
‘Divê pirsgirêka nan demildest bê çareserkirin’
‘Divê pirsgirêka nan demildest bê çareserkirin’
‘Divê pirsgirêka nan demildest bê çareserkirin’
‘Divê pirsgirêka nan demildest bê çareserkirin’
‘Divê pirsgirêka nan demildest bê çareserkirin’
‘Divê pirsgirêka nan demildest bê çareserkirin’
17 tîrmeh, 2020   06:15
QAMIŞLO-BOTAN HISÊN-SOLÎN REŞÎD

Li herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çend hefteyên dawî de li ser kalîteya nan û peydakirina wê hin pirsgirêkên ku derdikevin rastî rexneyên gel tên. Xelkê herêmê ji ber ku pêwîstiyek jiyanî ya sereke û rojane ye, bang li rayedaran kir ku demildest vê pirsgirêkê çareser bikin.

Şêniyên herêmê got hin bazirgan hene qezenca xwe hem bi kalîteya nan hem jî bi grama nanê ku dikirin dilîzin û saziya ku pêwîst e li hember van kiryaran bisekine û nehêle ev gendelî çêbe jî ji ber di wextê de neketina nava tevgerê, rexne kirin.

KALÎTE Û BUHA BEROVAJÎ HEV IN

Li herêma Cizîrê 3 aşên giştî û 4 aşên taybet ên bi Rêveberiya Xweser re peyman çêkirine, hene. Rojane 450 ton ard derdixin. Lê hinek firinên herêmê ji ber ku parên wê ji ard bigire, rojane naxebitin. Li bajar û bajarokên herêma Cizîrê derdora 331 firinên otomatîk û taybet hene.

Bajarê Kobanê bi rêbazeke din pirsgirêka kalîteya nan û miqdara ku têra şêniyan nedikir, çareser kir. Piştî koordîneya bi Desteya Aborî ya herêma Firatê û Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê re, rêveberiya firina otomatîk, hejmara nan di her tûrikekê de ji 9 nanan daxist 8 nanan. Bi vê yekê pîvana her tûrikekê li şûna hezar û 300 gram bû 950 gram, tevî ku hecima nan biçûkir û stûriya wê kêm kir.

Firina bajarê Kobanê rojane 25 hezar tûrik nan di dirêjahiya 24 saetan de derdixe. Tûrikê nan bi 125 lîreyên Sûriyê tê frotin.

Piştî ku kalîteya nan di firinên giştî de ne baş bû, şêniyan berê xwe dan firinên nanê siyahî ruxmî ku buhaya tûrika nan li wir bi 500 lîreyên Sûriyê ye.

Li aliyekî din Şaneya Aloziya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide krîzê çareser bike. Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endama Şaneya Kirîza Aborî Emel Xezîm di demek berê de ji ANHA`yê re ragihandibû ku ew hewl didin bi rêya pêşkêşkirina sê madeyên bingehîn mîna xwê, hevîrtirş û tûrik piştgiriya firinan bikin. Piştî ku bi Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê re koordîne bikin û derfeta pêşkêşkirina madeyan bi buhayên guncew nîqaş bikin wê vê alikariyê bikin. Emel diyar kiribû ku ew ê projeya avakirina kargeha hevîrtirşê pêşniyar bikin.

BANGAWAZIYÊN ŞÊNIYAN JI BO ÇARESERKIRINA KRÎZA NAN

Şêniyê bi navê Tehsîn Abdullah ji şêniyên bajarê Qamişloyê, got: “Em di peydakirina nan de zehmetiyan dikişînin. Demek dirêj di dora nan de disekinin. Ez zêdetirî du saetan li benda dora nan dimînim. Em li bendê ne ku demek zutirîn çareseriyek ji vê rewşê re bê peydakirin. Divê her kesek bi erka xwe rabe û vê pirsgirêkê çareser bikin. Em bang li aliyên têkildar dikin ku nan ji şêniyan re peyda bikin û kalîteya wê baş bikin.”

Karmendê Şaredariya Gel Hemûd Abdullah ê ji gundê Cimayê yê gundewarê bajarê Qamişlo, got: “Firin li gorî demên belavkirina nan tevnagerin. Nan heye, lê pêwîstî bi rêxistinkirina demên belavkirina nan heye. Rojekê ji me re saet 10:00`an ji bo belavkirina nan eyar kirin, lê dema em çûn me tiştek nedît. Ji ber ku ez karmend im nikarim demek dirêj di dora nan de bisekinim. Her wiha nikarim ji mutemedê gund jî nan bikirim, ji ber ku para gund kêm e. Pêwîstiya hinek malbatan bi zêdetirî nan heye. Lewra ez neçar dimînim biçim firinê û nan bikirim.”

Hemûd Abdullah xwest ku demên belavkirina nan diyar bibin.

Şêniyê bi navê Hesen Hesen ê ji bajarê Hesekê diyar kir ku aloziya nan li tevahiya bajarên herêm derketiye û got: “Berê miqdara nan baş bû û têra şêniyan dikir. Lê piştî ku dewleta Tirk êrişî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kir, hêjmara şêniyan li Hesekê zêde bû. Ji ber wê jî ev pirsgirêk derketin. Ev sedemek bû.”

Hesen diyar kir ku hinek bazirgan bi para ard a firinan dilîzin û ev jî wek sedema krîza nan pênasekir û got: “Divê Zabiteya Zimhêrê xebatên xwe yên çavdêrîkirina firinan zêde bike da ku rê li pêşiya van lîstinan bigire.”

Hesen bang li Rêveberiya Aşan kir ku para firinan zêde bike û firinên nû veke da ku pirsgirêka nan çareser bike.

NAN LI DERVE BIHA TÊ FIROTIN

Şêniya bi navê Îman Ebid El-Xelef ji koçberên bajarê Dêrazorê ye û li Hesekê dimîne. Îman dibêje: “Tûrika nan bi 400 lîreyên Sûriyê tê frotin. Karkerên firinan nan li derveyî firinê bi buhayên bilind difiroşin, ruxmî ku kalîteya wê ne baş e.”

Li gorî gotina Îman, wekîl (mutemed) bi buhaya turê nan dilîzin û li hinek gundên kantona Qamişloyê ji firinan bihatir difiroşin.

Li gorî rayedaran, cureya genim, mekanîzmeya hêranê, amadekirina hevîrê û qonaxên çêkirina nan, ji hevîrtirş, pileya germahiyê ava ku pê hevîr tê stran û amûrên ku pê ard û nan têne çêkirin bandoreke neyînî li kalîteya nan dikin.

Hevseroka Rêveberiya Aşan a herêma Cizîrê Nûra Îbrahîm diyar kir tişta ku dibe sedem kalîteya nan ne baş be, cureya genim e û wiha domand: “Em genim li gorî pîvanan dihêrin. Ger ne li gorî wê bin, em genimê ji cureya yekemîn û duyemîn ji derveyî herêmê tînin. Genim beriya were hêran, tê bêjingkirin. Piştre bi avê tê şûştin. Paşê derbasî qonaxa hêranê dibe. Ger encama hêranê ne li gorî pîvanên pijandina nan be, wê demê nayê belavkirin. Ger baş be li ser tevahiya firinan tê belavkirin. Piştî wê, hîmên weke amadekirina hevîr, hevîrtirş, pileya germahiya avê û dema tirşkirina hevîr bandorê li kalîteya nan dikin.”

Nûra di derbarê astengiya vî karî de jî ev agahî dan: “Germahiya zêde, kevinbûna amûrên firinan û aşan jî bandorê li nan dikin. Dema karmend bi karê xwe rabin û çavdêriya mekanîzmeya belavkirina ard û çêkirina nan bikin, encam baş derdikeve.”

Nûra destnîşan kir ku yek ji sedemên dihêle kalîteya nan nebaş be jî zexta li ser firinên giştiye û wiha axivî: “Ji bo ku bikarin di wextê de pêwîstiya şêniyan a nan bi cih bînin karmend karê xwe bi lez dikin. Ard li tevahiya firinan tê belavkirin, lê firinên ku miqdarên hindik ji ard dibin, kalîteya nanê ku derdixin baştir e. Berovajî wê firinên ku miqdarên mezin ji ard dikin hevîr, kalîteya nanê wê ne li gorî pîvanan e.”

TU KÊMASÎ DI MIQDARA ARD DE TUNE YE

Nûra Îbrahîm girêdayî miqdara ardê ku li firinan tê belavkirin jî tekez kir ku di vî aliyê de tû pirsgirêk nîne û ev nirxandin kir: “Tevahiya firinên herêmê ji bo du rojan parên xwe digirin. Kêmasî di miqdara ard de nîn e. Lê îhtîmal heye ku xwediyên firinan û wekîl (mutemed) bi ard dilîzin. Ger firin ne xebite divê welatî û komîn giliyên xwe ragihînin me.”

Nûra bang li tevahiya şêniyan kir ku li hember vê aloziyê bi berpirsyar bin û dema ku kêmasî hebin jî yekser gilî bikin. Nûra got: “Gelek welatî wekîlên xwe nas nakin. Me mekanîzmeya belavkirinê bi rêya wekîlan pêk anî, da ku barê rê li ser şêniyan sivik bibe.”

Nûra di berdewama gotinên xwe de eşkere kir ku ew plan dikin miqdara ard zêde bikin û gelek firin li herêmên ku pêwîstiya wan bi nan heye ava kirine.

BAZIRAGN BI MIQDARÊN ARD Û KALÎTEYA WÊ DILÎZIN

Di mijara belavkirina ard de gelek xelekên winda hene. Şaxên Zimhêrê xebatên xwe ji bo şopandina firinan û aşan bi rêya avakirina komîteyên çavdêr, zêde dikin. Şaxê Zimhêrê yê bajarê Qamişloyê, li gundewarê bajarê Qamişloyê di 4 depoyan de 80 ton ard desteser kir. Bazirganan ardê spî(zîro) û ardê zimhêrê tev hev kirine û bi buhaya ardê spî firotine firinên siyahî.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Zimhêrê yê herêma Cizîrê Ebdulselam Celûd diyar kir ku şaxên zimhêrê xebatên xwe zêde kirin da ku kalîteya nan baş bikin û got: “Em bi şev û roj çavdêriya mekanîzmeya çêkirina nan dikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kalîteya nan, wan karkerên hinek firinan bi tîmên pispor guhertine.”

Têkildarî buhayên cuda yên tûrikê nan, Celûd got: “Turê nan bi 100 lîreyên Sûriyê ye û ev biha nehatiye guhertin. Divê şênî alîkariya Rêveberiya Zimhêrê bikin da ku vê buhayê kontrol bikin û firina ku vê buhayê qebul nake ango pêk nayne wan agadar bikin.”

‘ÇEND ROJÊN DIN DÊ PIRSGIRÊKA NAN ÇARESER BIBE’

Derbarê çareseriyên ku Rêveberiya Zimhêrê pêşkêş kirine da ku aloziya nan were çareserkirin Ebdulselam Celûd got: “Wê kişk (dikanên biçûk) li tevhaiya taxên kantona Qamişlo û Hesekê werin vekirin. Me selik ji bo danîna nan eyar kirin da ku em pisgirêka kombûna nan li ser hev careser bikin.”

Rêveberiya Zimhêrê 2 biryar dan ku rê li pêşiya keysbaziya mutemedan bigirin. Rêveberiyê belavkirina nan li ser mutemedan û derbasbûna wan ji hewşa firinan re qedexe kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KhE5wSsvkIc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>