Rojnamegerekî Misrî: Bi texmîna min Tirkiyê-Etiyopyayê ji bo zexta li ser Misirê li hev kiribin

Nivîskar û rojnamegerê Misirî Mehmûd Besyonî got: “Etiyopyayê bi tijîkirina bendava Nehda bêyî lihevkirina bi Misir û Sûdanê re, têkçûna Yekitiya Afrîkayê ragihand. Rojnamevanê Misirî texmîn kir ku Tirkiyê û Etiyopyayê li hev kirine da ku zextê li Misirê bikin ku dijî tevgerên Tirkiyê yên li Lîbya û herêmê dernekeve.”

Rojnamegerekî Misrî: Bi texmîna min Tirkiyê-Etiyopyayê ji bo zexta li ser Misirê li hev kiribin
17 tîrmeh, 2020   01:25
QAHÎRE- EMANÎ EZAM

Wezîrê avdanê yê Etiyopyayê Sêlîşî Bêkîlî duh çarşemê ragihandibû ku dest bi tijîkirina bendava Nehdayê hatiye kirin, tevî ku lihevkirina bi Misir û Sûdanê re têkildarî projeya metirsîdar, asteng bûbû.

Bêkîlî bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku di vê qonaxa ku bendava Nehda gihiştiyê de çalakiya tijîkirinê ya destpêkê bi rêjeya 4.9 milyar m3, pêk hatiye.

Her wiha daxuyand ku xebatên avakirinê gihîştina asta ku gola bendavê bi rengekî asayî bê tijîkirin û got di encama dan û standinên her sê welatan (Misir, Etiyopya, Sûdan) yên bi amadebûna çavdêr û pisporên Afrîkî, li ser hin xalan hatiye lihevkirin.

Wezîrê Etiyopî destnîşan kir ku welatê wî hin xal eşkere nekirine û avakirin û tijîkirina bendavê bi rengekî asayî pêk tên.

Ragihandina Etiyopyayê tijîkirina bendava Nehdayê hemwextî xetimandina dan û standinên bi Misir û Sûdanê re yên têkildarî aliyên teknîkî û qanûnî yên projeyê, pêk hat.

Sêşemê, Sûdanê rapora xwe ya dawî ya der barê dan û satndinên Sûdan, Misir û Etiyopyayê li ser bendava Nehdayê, ji serokatiya Yekitiya Afrîkayê re şand. Dan û standin di 3`ê Tîrmehê de dest pê kirin û heta 13`ê Tîrmehê bi sponseriya Yekitiya Afrîkayê berdewam kirin. Ev yek piştî bidawîbûna dan û standinan pêk hat.

Di raporad dawî de, Sûdanê tora dan û standinan nirxand û destnîşan kir ku çareseriyên cidî ji dozên taloqkirî re nehatine dîtin. Her wiha ji bo çareserkirina wan dozan, Sûdanê hin pêşniyar pêşkêş kirin.

Tê payîn ku serokê Komara Başûrê Afrîkayê Sêrîl Ramafoza ku wekî serokê tora niha ya Yekitiya Afrîkayê ye, banga lidarxistina lutkeyeke Afrîkî ya ji serokên dewetên nivîsgeha Afrîka û serokên hikumetên her sê welatan bike, da ku gavên dema pêş bên nîqaşkirin û hewldana îmzekirina hevpeymaneke giştî li gorî her sê dewlatan, bê kirin.

NIYETA XERAB

Nivîskar û rojnamegerê misirî Mehmûd Besyonî têkildarî mijarê, wiha got: "Tevgera yekalî ya Etiyopyayê û biryara tijîkirina bendava Nehdayê bêyî lihevkirina bi Misir û rêzdariya navbeynkariya Yekitiya Afrîkayê, girêdayî niyeta xerab a Etiyopyayê ya dirêjahiya dema borî ye û îsrara wê ya paşguhkirina para Misirê ji avê. Ev yek jiyana bi milyonan welatiyên Misirê dixe xeteriyê û mafên Misirê heye ku para xwe ji ava çemê Nîl bibe."

EV BIRYAR WEKÎ RAGIHANDINA TÊKÇÛNA YEKITIYA AFRÎKAYÊ BÛ

Besonî di daxuyaniya taybet ji bo ANHA`yê de, wiha lê zêde kir: "Bi tevgera xwe ya yekalî, îro Etiyopyayê têkçûna Yekitiya Afrîkayê û rola wê di çareserkirina nakokiyên li herêmê, ragihand. Wê biryara tijîkirina bendava Nehdayê da bêyî ku li benda encamên dan û standinên di bin çavdêriya Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî de bimîne. Vê yekê, hewldanên Etiyopyayê yên têkbirina rola Yekitiya Afrîkayê di kontrolkirina aloziyên li herêmê de, eşkere kir."

‘KOORDÎNEYA ETIYOPYA-TIRKIYÊ’

Nivîskar û rojnamegerê misirî wiha berdewam kir: "Em dûr naxin ku Etiyopya û Tirkiyê jib bo zexta li ser Misirê, bi rêya tijîkirina bendavê li hev kiribin. Da ku Misir li pêş planên Tirkiyê yên dagirkeriyê li Lîbya û amadekariyên êrişkirina bajarê Sîrtê yê stratejîk ku Misirê wekî "xeta sor" ragihandibû, dernekeve. Ev yek gumanên me li ser lihevkirina Etiyopya bi aliyên dijberî Misirê re çêdike û niyeta xerab a Edîs Ababa di vê dozê de, eşkere dike."

ETIYOPYA JÎ MÎNA TIRKIYÊ AVÊ WEKÎ AMÛREKE ŞER BI KAR TÎNE

Besyonî wiha nirxandina xwe berdewam kir: "Berjewendiyên Tirkiyê hene ku Etiyopya tevgerên yekalî li ava çemê Nîl pêk bîne. Da ku bibe sûcek ku sûcê Tirkiyê der barê ava Firatê veşêre, piştî ku dewleta Tirk bendavek danî ji bo av derbasî Iraqê nebe. Tirkiyê ji bo vê yekê rewşa Iraqê bi kar anî û zuhabûnek li herêmê çêkir, ji ber wê yekê îro welatiyên Iraqî aloziyeke mirovî ya mezin dijîn û ji para xwe ya avê bê par mane."

‘DÊ MISIR BÊDENG NEMÎNE’

Besyonî tekez kir ku dê Misir li hemberî vê tedbîrê bêdeng nemîn, ji ber dê zextên gelêrî yên mezin çareseriyên ji bo dûrxistina xeteriya bendavê li ser jiyana welatiyên Misirê, li ser fermandariya siyasî ferz bike.

(cx)

ANHA