Mîhrîcana HRRK’ê bi rengê jinan bû

Îsal tiştê balkêş di mîhrîcana HRRK’ê ya li Qamişloyê de rengê jinan bû. Li gorî salên borî beşdariya jinan di nivîsandina çîrok, helbest, sînema, şano û hunerên rengîn de zêdetir bû.

Mîhrîcana HRRK’ê bi rengê jinan bû
Mîhrîcana HRRK’ê bi rengê jinan bû
Mîhrîcana HRRK’ê bi rengê jinan bû
Mîhrîcana HRRK’ê bi rengê jinan bû
Mîhrîcana HRRK’ê bi rengê jinan bû
Mîhrîcana HRRK’ê bi rengê jinan bû
17 tîrmeh, 2020   08:11
QAMIŞLO- SOLÎN REŞÎD- BOTAN HISÊN

12 jin beşdarî çalakiyên çandî û hunerî yên Mîhrîcana Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya Heftemîn bûn ku di 10`ê vê mehê de dest pê kir. Jinan cihê xwe di nivîsandina helbest, çîrok, derhêneriya fîlman û pêşkêşkirina şano û tabloyan de girt. Çîrok û helbestên mîhrîcanê li ser evînî, welat û koçberiyê bûn.

ANHA’yê nêrînên gelek jinên beşdar li ser pêşketina aliyê çandî û hunerî yê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtin.

BEŞDARIYA JINAN DI ŞANOYÊ DE YEK JI DESTKEFTIYÊN ŞOREŞÊ BÛ

Bi destpêkirina şoreşê re şanoya kurdî jî bi pêş ket û jinan cihê xwe tê de girt. Beriya şoreşê jin ji mafê xwe yê beşdariya şanoyê hatibûn bêparkirin. Jin êdî fikr û berhemên xwe yên taybet derdixin.

Lîstikvana şanoyê ya di koma şanoyê ya bajarê Qamişlo de Hemalîn Ferman behsa rola jinan di şanoyê de kir û wiha got: "Jin ji mafên xwe hatibûn bêparkirin, nexasim di qada hunerê de. Beriya şoreşa bakurê Sûriyê, nikarîbûn beşdarî vê qadê bibin û zilaman şûna wan di şanoyê de digirt."

Hemalîn Ferman wiha berdewam kir: "Şano ji bo jinan cihê rûreşiyê bû! Lê belê bi destpêkirina şoreşê re, zîhniyeta civakê jî hat guhertin û jinan gavên xwe yên destpêkê di şanoyê de avêtin."

Hemalîn destnîşan kir ku bi rêya şanoyê jin dixwazin peyamekê bidin civakê, ji ber ku ew nîvê civakê ne û şano jiyanê temsîl dike. Lewra her du hev temam dikin.

Têkildarî beşdariya jinan di mîhrîcanê de, Hemalîn got: “Rola jinan di mîhrîcanê de bi rêya pêşkêşkirina şanoyê, sereke bû. Me bi rêya şanoyên xwe yên li ser kevneşopên civakê ku bandoreke neyînî li jinan dikin, karîbû civakê zanatir bikin."

‘JIN BI PÊNÛSÊN XWE LI DIJÎ ÇANDA ÇEWISANDINÊ TÊ KOŞIYAN’

Cîgira serokê Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Narîman Ebdikê jî wiha got: "Îsal, beşdarbûna jinan di mîhrîcanê de cudatir bû. Li gorî salên berê, jin bi rêjeyeke zêdetir beşdarî nivîsandina çîrok û helbestên bi zimanên erebî û kurdî, di aliyê sînemayê, derhêneriyê, şano û hunerên rengîn bû."

Narîmanê behsa girîngiya kûrbûn û pêkanîna têgeha lêkolînkirinê kir û wiha diyar kir: "Hîna pirsgirêkên ku jin lê rast tên, wekî lêkolînkirinê, divê jinên zana bi rengekî kûrtir û berdewam lêkolînan bikin da ku zemînên çandî zêdetir bidin. Divê lêkolînên wêjeyî yên bi armanc pêşkêş bikin."

(cx)

ANHA