Pêkhateyên Qamişlo: Ev axa me ye, divê em li dijî Tirkiyê hevgirtî bin

Pêkhateyên bajarê Qamişlo destnîşan kirin ku tekane rê ji bo bersivdayîn êrişên Tirkiyê, hevgirtin û bilindkirina asta têkoşînê ye. Şêniyan got: "Ev axa me ye."

Pêkhateyên Qamişlo: Ev axa me ye, divê em li dijî Tirkiyê hevgirtî bin
17 tîrmeh, 2020   02:39
QAMIŞLO- BOTAN HISÊN- HÊLÎN HESEN

Dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina pêkhateyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û hemû xetên sor derbas dike. Tirkiye hewl  dide ku fitneyê di nava pêkhateyan de derxîne û hevgirtina gelan têk bibe.

Civaka navnetewî li hember vê yekê bêdengiya xwe diparêze û piştgiriyê dide Tirkiyê, ku dihêle kiryarên dermirovî berdewam bikin. Divê gelên herêmê hevgirtî bin da ku van planên qirêj vala derxin.

Pêkhateyên bajarê Qamişlo tekez kirin ku divê li dijî Tirkiyê serî hildin. Her wiha li dijî planên Tirkiyê yên dagirkirinê banga hevgirtin û yekitiyê kirin.

Ji pêkhateya Suryan Hanrî Antî (70) ku li bajarê Qamişlo dijî, Erdogan bi nîjadparêz bi nav kir û wiha got: "Em berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar dikin. Serokkomarê dewleta dagirker Recep Tayyîb Erdogan osmaniyekî nîjadparêz e."

Welatiyê Suryanî destnîşan kir ku Tirkiye bi rêya êrişên xwe yên domdar li ser herêmê dixwaze hevgirtina pêkhateyên herêmê têk bibe û fitneyê di nava wan de derxîne.

Hanrî têkildarî veguherandina Erdogan dêra Aya Sofiya ji bo mizgeftê, bang li Xiristiyanên cîhanê kir ku serî li dijî vê birayrê hildin û got: "Divê Xiristiyanên cîhanê hemû li dijî vê kiryara xerab a Erdogan, serî hildin."

Hêjayî gotinê ye ku beriya bidestxistina Osmaniyan bajarê Qistantîniyê (Niha Istanbûl) sala 1453`an, Aya Sofiya dêrke Xiristiyanî ya navdar bû.

Piştî zêdetirî 400 salî ji veguherandina wê ji bo mizgeftê, Mustafa Kemal Ataturk di 24`ê Mijdara 1934`an de Aya Sofiya wekî muzexanyeke çandî ragihand. Dadegeha Rêveber a Bilind li Tirkiyê ev biryar bi dawî kir û Aya Sofiya careke din kir mizgeft. Li ser wê yekê, serokkomarê Tirk Erdogan di 24`ê vê Tîrmehê de deriyên Aya Sofiya ji bo Misilmanan vekir.

Şêniyê bi navê Elwan Osî ji bajarê Qamişlo jî destnîşan kir ku bi berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê re, divê gel yekitiya xwe ava bike û got: "Wekî gelên herêmê bi taybetî gelê Kurd, tê xwestin ku em yekitiya xwe ava bikin û li dijî êrişên Tirkiyê di aliyên leşkerî, aborî û çandî de asta têkoşînê bilindtir bikin."

Her wiha îşaret bi girîngiya xurtkirina têkiliyên dîplomatîk bi dewletên cîhanê kir da ku li dijî faşîzma Tirk ku dixwaze planên xwe li ser axa gelên herêmê pêk bîne, bisekinin û got: "Ev axa me ye."

Yûsif Enter El-Berî ku ji pêkhateya Ereb e, wiha got: "Di vê qonaxa hesas  de, divê gel hevgirtî û yek be. Ji ber ku Tirkiye di êrişên xwe de Kurd, Ereb û Xiristiyanan ji hev cuda nake û her kesî hedef digire."

Şêniyê Ereb wiha berdewam kir: "Erdogan sûcdarekî mezin e, divê bi yekkirina refên xwe em li dijî wî bisekinin. Yekitî hêz e û cudabûn lawazbûn e. Em hemû projeyên şehadetê ne."

Yûsif Enter El-Berî destnîşan kir ku armanca Erdogan ji êrişan, ,dagirkerî ye û ne ji bo parastina gelê Sûriyê ye.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xAAauvfNxr4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>