ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-07-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-07-2020`AN
16 tîrmeh, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Yekitiya Kedkaran a bajarê Qamişloyê civîneke berfireh ji endzyaran re li dar dixe. Civîn bi armanca nîqaşkirina rewşa rêxistinî, kar a sendiqeya endizyaran li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo tê lidarxistin, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên bajarê Qamişlo destnîşan kirin ku tekane rê ji bo bersivdayîn êrişên Tirkiyê, hevgirtin û bilindkirina asta têkoşînê ye. Şêniyan got: "Ev axa me ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di rûpelên dîrokê de nimûneyên şoreşan gelek in lê belê şoreşên ku armancên xwe pêk anîne, kêm in. Li Sûriyê di destpêka 2011’an de şoreşê dest pê kir û piştî çend mehan ket xizmeta ajandeyên derve, lê belê tenê Kurd, hevalbendan wan ên ji gelên din bi rêya Şoreşa 19’ê Tîrmehê modelek pêşkêş kir û karîn guhartin û avakirinê pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevseroka Komeleya Dîcle Firat a Rojnamegeran Dîcle Muftuoglu zextên li ser rojnamegeran şermezar kirin û destnîşan kir ku dê li hemberî zextên dewleta Tirk rastiyan bibêjin, nivîsandina rastiyan bidomînin û bang li rojnamegeran kir ku li gorî pîvanên rojnamegeriyê tev bigerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Giştî yê PYD`ê şaxê Helebê Emîn Elîko got: “Armanca Tirkiyê ji berdewamkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan, ji bo negihandina tu çareserî, nêrîn an analîzên Ocalan ji aliyên têkildar ên li herêmê re, ye. Kilîta çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn di destê Ocalan de  ye.’ (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Nivîskar û rojnamegerê misirî Mehmûd Besyonî got: “Etiyopyayê bi tijîkirina bendava Nehda bêyî lihevkirina bi Misir û Sûdanê re, têkçûna Yekitiya Afrîkayê ragihand. Rojnamevanê Misirî texmîn kir ku Tirkiyê û Etiyopyayê li hev kirine da ku zextê li Misirê bikin ku dijî tevgerên Tirkiyê yên li Lîbya û herêmê dernekeve.” (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Çalakiya roja dawî ya 7'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya ji aliyê HRRK'ê ve hatiye organîzekirin, dê were şopandin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Şopdarên Rojê bi hevkariya Koma Serdemê bi navnîşana "Xurmîna daholê" pêşengehek wêneyên fotografîk û şevbuhêrekek helbestan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo organize dike, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Îsal tiştê balkêş di 7.Mîhrîcana Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ya li bajarê Qamişlo de, rengê jinan bû. Li gorî salên borî beşarbûna jinan di nivîsandina çîrok, helbest, sînema, şano û hunerên rengîn de zêdetir bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Lîstikvan û derhênerê şanoyê Mihyedîn Arslan got: "Şanoya kurdî hîna di pêvahiya zarokatiyê de ye, pêwîstiyê wê bi mijulbûnê ve heye." Her wiha endamê Komîna Şanoyê Ebdulrehman Îbrahîm got, şanoya kurdî di asta avakirinê de ye, pêwîstiya wê bi desteka dirava û avakirina peymangeheke taybet heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê bal kişand ser girîngiya komxebatên ciwnan û got, dikare çareseriyan ji pirsgirêkên ciwanan re peyda bikin û civakeke birêxistinkirî bi pêşengtiya ciwanan ava bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li Kobanê erebe bi awayekî nerêxistinkirî kom dibin,  ji ber vê yekê jî li çerxerêya Selam a li bakurê bajêr gelek pirsgirêk çêdibin. Çareseriyên ku berê hatibûn nîqaşkirin bê kêr bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li ser bangewaziyên domdar ên şêniyan, Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê dest bi çaksazkirina nexweşxaneya Şedadê kir, da ku ji nû ve bixe xizmetê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA