Dîcle Muftuoglu: Em dev ji nivîsandina rastiyan bernadin

Hevseroka Komeleya Dîcle Firat a Rojnamegeran Dîcle Muftuoglu zextên li ser rojnamegeran şermezar kirin û destnîşan kir ku dê li hemberî zextên dewleta Tirk rastiyan bibêjin, nivîsandina rastiyan bidomînin û bang li rojnamegeran kir ku li gorî pîvanên rojnamegeriyê tev bigerin.

Dîcle Muftuoglu: Em dev ji nivîsandina rastiyan bernadin
17 tîrmeh, 2020   00:38
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk a dagirker li ber çavê raya giştî ya cîhanê polîtîkayên xwe yên qirkirinê didomîne û ji bo ku van polîtîkayan veşêre jî, operasyon û zextên xwe yên li dijî rojnamegerên muxalif zêde dike. Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye girtîgeh û di lîsteya azadiya çapemeniyê ya cîhanê de di rêza 154’an de ye. Doz, lêpirsîn, girtin û zextên li dijî rojnameger û çapemeniyê roj bi roj zêdetir dibin û di meha Tîrmehê de hejmara rojnamegerên girtî gihaşt 97’an.

Di 14’ê Tîrmehê de li Amedê li dijî rojnamegeran operasyonên hemwext ên qirkirina siyasî kirin û berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê û edîtora Jinnewsê Ayşe Gunay û gelek aktîvîstên jin hatin destgîrkirin.

Hevseroka Komeleya Dîcle Firat a Rojnamegeran Dîcle Muftuoglu têkildarî operesyon û zextên dewleta Tirk ên li dijî rojnamegeran ji ANHA’yê re axivî.

 ‘HEWL DIDIN RASTIYAN VEŞÊRIN’

Dîcle Muftuoglu destnîşan kir ku ji salên destpêkê yên dewleta Tirk ve ku li ser hîmê komkujiyan hatiye avakirin, li hemberî rojnamegeran zext û sansurê pêk tînin û di sala 2015’an de piştî ku maseya çareseriyê hate xirakirin, ev zext roj bi roj zêdetir bûn.

Dîcle diyarkir ku di salên 2016 û 2017’an de bi sedan televîzyon, rojname, ajans û malperên înternetê girtin û hewl dan çapemeniyê bê deng bikin. Dîcle wiha axivî: “Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê vê cendereyê dest pê kir û hê jî didome. Desthilata Tirkiyê hewl dide bi vê yekê rewşa xwe ya ku nikare bi rê ve bibe, binixumîne. Hewl didin çapemeniyê bi girtin û destgîrkirinê çavtirsandî bikin ku nêzî 30 salan e rastiyan dinivîse û ji bo vê yekê jî canê xwe dide pêş çavê xwe. Bi vê yekê mafê gel ê wergirtina agahiyan asteng dikin û hewl didin rastiyan veşêrin.”

HEWLDANÊN ÎLLEGALÎZEKIRINA ÇAPAMENIYÊ

Operasyonên qirkirina siyasî di salên dawîn de li Tirkiyê bûn tiştekî ji rêzê. Dîcle Muftuoglu bal kişand ser vê yekê û diyar kir ku ji sala 2009’an heta 2012’an li gelek bajaran bi navê “KCK” operasyonên qirkina siyasî pêk anîn û zextên giran li saziyên Kurdan kirin.

Dîcle Muftuoglu destnîşan kir ku di her operasyonekê de herî kêm rojamegerek jî dihate girtin da ku li gel wan saziyan çapemeniyê jî îllegalîze bikin û wiha pê de çû: “Hemû kesên muxalifên desthilatê, wek “terorîst” nîşan didin. Mixabin rojanemeger jî ji vê yekê bê par neman. Li gelek deverên cîhanê ji ber vê rewşê rexne li dewleta Tirk tên kirin û dewleta Tirk bi vê hewldanê dixwaze kiryarên xwe mafdar bike. Lê belê her tişt aşkera ye û nikarin binixumînin. Helbet wekî li tevahiya cîhanê, li Tirkiyê jî serkêşiya muxalefetê û berxwadanê jin dikin. Li civakên ku hewl didin bi derbeyan bê deng bikin, sekna herî xurt jin li hember desthilatê nîşan didin. Desthilat jî hewl dide vê hêza pêşeng bê deng bike û civakê binax bike. Rojnamegerên jin jî beşeke vê meseleye ne. Lê belê li gel van zextan jî jin bê deng nabin. Rojnamegerên jin bê navber dinivîsin, hildiberînin û rastiyan digihînin civakê.”

 

 

 ‘DI PÊVAJOYÊN HESAS DE DIXWAZIN BI OPERASYONAN ÇAVTIRSANDÎ BIKIN’

Hevseroka Komeleya Dîcle Firat a Rojnamegeran Dîcle Muftuoglu îşaret bi 14’ê Tîrmehê kir ku ji bo operasyonan jî hatibû hilbijartin ku di dîroka berxwedanê ya Kurdan de qonaxeke girîng e û destnîşan kir ku hewl didin di 14’ê Tîrmehê de çiqilên berxwadanê bibirin ku di 14’ê Tîrmehê de tovê berxwedanê hatibû çandin. Dîcle got ev yek ne rewşeke nû ye û di dirêjahiya dîrokê de bi operasyonên wiha hewl dan çavê gel û siyasetmedaran bitirsînin.

‘BILA TU KES BÊ DENG NEMÎNE’

Dîcle Muftuoglu di dawiyê de piştrast kir ku dê rojnameger bê navber li dijî zext û operasyon û girtinan rastiyan bibêjin û bang li hemû rojnamegeran kir ku xwedî li pîvan û rêgezên rojnamegeriyê derkevin û bi hev re tev bigerin. Dîcle Muftuoglu diyar kir ku zextên heyî ne tene li dijî rojnamegeran in, her wiha li dijî mafê wergirtina agahiyan ê gel e û bang li her kesî kir ku li dijî vê yekê denge xwe bilind bikin. 

ANHA