Bi boneya salvegera şoreşê çalakiyeke hunerî hate lidarxistin

Navenda çand û hunerê ya Cemîl Horo ya Helebê, bi boneya salvegera 8'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê çalakiyeke hunerî li dar xist.

Bi boneya salvegera şoreşê çalakiyeke hunerî hate lidarxistin
Bi boneya salvegera şoreşê çalakiyeke hunerî hate lidarxistin
Bi boneya salvegera şoreşê çalakiyeke hunerî hate lidarxistin
Bi boneya salvegera şoreşê çalakiyeke hunerî hate lidarxistin
Bi boneya salvegera şoreşê çalakiyeke hunerî hate lidarxistin
Bi boneya salvegera şoreşê çalakiyeke hunerî hate lidarxistin
Bi boneya salvegera şoreşê çalakiyeke hunerî hate lidarxistin
16 tîrmeh, 2020   20:25
HELEB

Çalakî bi beşdarbûna bi sedan şêniyan li beşê rojhilat êt axa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ji rêveberên navenda çand û hunerê ya Cemîl Horo Hediya Osman axivî û salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li hemû têkoşerên şoreşa Rojava, Rêber Abdullah Ocalan, YPG û YPJ, pîroz kir û got: "Şoreşa Rojava ji bo tevahî gelên herêmê şoreşa azadiyê ye. Bi vê şoreşê gelê Rojava bi ser ket û bi rihê vê şoreşa ku hîna berdewam e li hember êrişên dewleta Tirk ber xwe da."

Piştre 8 stranên folklor û şoreşgerî hatin gotin.  Hunermendên navendê "Ehmedê Xanî, Ehmed Reşo, Seyîd Bîrhat, Cîhad Reşo" stranek Derwîşê Evdê gotin.

Koma Şehîd Serhed dîlanên folklorî yên Efrînê gerandin.

çalakî bi gerandina dîlanê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(rm)

ANHA