Salvegera Şoreşa Rojava li Şehbayê hate pîrozkirin

Salvegera 8'an a Şoreşa Rojava (19'ê Tîrmehê) bi meşekê li kantona Şehbayê hate pîrozkirin.

Salvegera Şoreşa Rojava li Şehbayê hate pîrozkirin
Salvegera Şoreşa Rojava li Şehbayê hate pîrozkirin
Salvegera Şoreşa Rojava li Şehbayê hate pîrozkirin
Salvegera Şoreşa Rojava li Şehbayê hate pîrozkirin
Salvegera Şoreşa Rojava li Şehbayê hate pîrozkirin
Salvegera Şoreşa Rojava li Şehbayê hate pîrozkirin
16 tîrmeh, 2020   18:31
ŞEHBA

Bi beşdarbûna bi sedan şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê salvegera 8'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi meşekê hate pîrozkirin.

Meşa bi pêşengiya Meclisa navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin,  ji deriyê têketina navçeyê dest pê kir û li kolanên sereke yên navçeyê dewam kir.

Di meşê de wêneyên şehîdan û pankêrtên "Bi rihê 14 û 19'ê Tîrmehê em ê asta berxwedanê bilind bikin û Efrînê rizgar bikin", hatin hildan û diruşmeyên silavkirina Şoreşa Rojava û dilsoziya bi şehîdan re hatin qîrkirin.

Meş li qada navçeya rawestiya. Piştî deqeya rêzgirtinê endamê meclisa navçeya Ehdasê Ehmed Mûsa salvegera Şoreşa Rojava li xelkê Rojava û tevahî gelên azadîxwaz û demokrasîxwaz pîroz kir.

Mûsa diyar kir ew berxwedana Rojava hêza xwe ji berxwedana 14’ê Tîrmehê digire û wiha got:" Berxwedana 14’ê Tîrmehê bingeha berdewamiya me. Em hêz û îradeya ya xwe xurt ji şehîdan digirin ên ku Şoreşa Rojava parastin."

Her wiha endama Kongereya Star a kantona Efrînê Gulê Mihemed got, Şoreşa Rojava gel ji zilma ji rêjîma Suriyê rizgar kir.

Mîtîng bi dirûşmeyên pîrozkirina Şoreşa Rojava, dilsoziya bi şehîdên şoreşê û şermezarkirina êrişên dagirkeran ên li ser ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.

(rm)

ANHA