Şêniyên Dirbêsiyê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi meşekî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Şêniyên Dirbêsiyê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
16 tîrmeh, 2020   17:55
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundê wê yên daketin qadan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şeremzar kirin.

Meş ji pêşiya navenada Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê dest pê kir û li ber avahiya Şaredariya Gel rawestiya.

Bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Cizîrê Silêman Ebû Bekir axivî, êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Heftanînê şermezar kirin û got: "Tirkiyê bi êriş û sûcên xwe hewl dide îradya gelê me û hêzên me yên parastinê bişkşîne. Em di wê baweriyê de ne ku bi îradeya gelê me û berxwedana têkoşerên me wê faşîzma Tirkiyê têk biçe."

Ebû Bekir têkildarî bombebarana li ser navçeya Dirbêsiyê got: "Armanc tirsê di nav şêniyan de belav bikin da ku wan bidin koçberkirin. Lê bi vê xwepêşandanê ya bi hezaran kes tevlê bûne, em carek din teqez dikin ku planên Tirkiyê ya dagirker ên li ser gelê me wê biser nekeve. Şêniyên Dirbêsiyê berxwedêr in dê li hemberî dagirkeriyê bisekine û dest ji xaka xwe bernade."

Çalakî bi diruşmeyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

ANHA