Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Tirkiyê nuqteya hêzên Rûsyayê kir hedef

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  got: "Dronên Tirkiyê nuqteya koordîneyê ya stratejîk a hêzên Rûsyayê ya li Dirbêsiyê kir hedef. Ji bo naskirina sedemên hedefkirinê lêpirsîn berdewam e."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Tirkiyê nuqteya hêzên Rûsyayê kir hedef
16 tîrmeh, 2020   19:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî bombebarana li ser nuqteya hêzên Rûsyayê ya li navçeya Dirbêsiyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

''Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên bêserûber li ser bajar û bajarokên bakurê Sûriyê didomîne. Îro pêcşemê (16'ê Tîrmehê) dronekê ya girêdayî artêşa dagirekr nuqteyek leşkerî ya hêzên Rûsyayê kir hedef.

Nuqteya ku ji aliyê faşîzma artêşa Tir hate hedefkirin nuqteyeke koorîndeyê ya stratejîk e, 1 km dive başûrê bajarokê Dirbêsiyê li ser rêya Hesekê ye. Di encamê de leşkerekî Rûsî û 3 sivîl birîndar bûn. Lêpirsîn berdewam e ta sedemên hedefkirina nuqteya hêzên Rûsyayê werin naskirin.

Tirkiyê li pêşberî civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan êrişên xwe didomîne, bêyî ku li hemberî kiryarên wê yên terorîst dengê xwe bike. Di her êrişeke Tirkiyê de sivîl berdêlan didin."

ANHA