El-Sîsî: Misir dikare rewşa leşkerî ya Lîbyayê bi lez biguhere

Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî got, heke Misirê destwerdana Lîbyayê bike dê rewşa leşkerî bi lez biguhere û destnîşan kir ku, ji bo Lîbyayê veneguhere navendê terorê dê Misir mudaxle bike.

El-Sîsî: Misir dikare rewşa leşkerî ya Lîbyayê bi lez biguhere
16 tîrmeh, 2020   17:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî di civîna li gel şêx û rûspiyên qebîleyên Lîbyayê de got: "Artêşa Misirê ji hêzên here xurt li herêmê û Afîkyayê ye...Qahîra piştgiriya didin çareseriya siyasî li Lîbyayê."

El-Sîsî daxuyand ku ji ber destwerdana derve, ku hin ji bo berjewendiyên xwe mudaxle dikin, aliyên bi nakok ne xwedî biryar in.

Serokê Misirê îşaret bi berdewama veguhestina çeteyan ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve kir û got, ev ewlehiya tevahiya herêmê dixe xeteriyê.

Her wiha destnîşan kir ku heke xeta Sirt – Cefrayê were derbaskirin, Misir dê bêdeng nemîne û nehêle ewlehiya herêmên rojhilatê Lîbyayê werin xirabkirin.

El-Sîsî diyar kir ku tenê lîbyayî çarenûsa xwe diyar bikin û Misirê piştgiriyê dide yekitiya xaka Lîbyayê û got: "Ku ne bi daxwaza gelê Lîbyayê be em derbas nabin û ne bi fermanê wê em ê derkevin."

Serokê Misirê bang li qebîleyên Lîbyayê kir ku beşdarî artêşa niştimanî ya yekûbyî bibe û got, Misir amade ye destekê bide qebîleyên Lîbyayê da ku artêşeke niştimanî lîbyayî yekbûyî ava bike.