Li Qamişloyê panela "Jin û wêje"

Melcisa Jinan a Sûriyê ku mehane panelan bi mijarên cûda cûda li dar dixe, îro li Buroya Amara ya bajarê Qamişloyê bi navnîşana "Jin û Wêje" panelek li dar xist.

Li Qamişloyê panela "Jin û wêje"
Li Qamişloyê panela "Jin û wêje"
Li Qamişloyê panela "Jin û wêje"
Li Qamişloyê panela "Jin û wêje"
Li Qamişloyê panela "Jin û wêje"
Li Qamişloyê panela "Jin û wêje"
11 tîrmeh, 2020   19:54
QAMIŞLO

Nûnerên Meclisa Jinan a Sûriyê, Yekitiya Rewşenbîran – Jin, Weqfeya Jinên Rewşenbîr, Komeleya Avrîn, rêxistinên civaka sivîl, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Akademiya Jineolojî beşdarî panelê bûn.

Panel ji aliyê nivîskar û helbestvan Henaa Dawud ve hate birêvebirin. Hena di destpêka axaftina xwe bal kişand ser wêjeya jinê û got: "Desthilata zilman a li ser civakî û li ser jinan bi taybet hişt ku rola jin bi demê re were paşguhkirin. Lê rexmî vê yekê di dîrokê de jinên helbestvan û wêjevan derketin mîna Xensa, Rabîha Edewiya û dîrokzane Kurd Mestûra El-Urduniya."

Henaa  diyar kir "Cihê mixabiniyê ku hîna berhemên wêjeyî yên zilaman derbas nifşên bê dibe. Wekî ku nivisandin tenê ji bo wan e û jin kêm aqil û kêm dîn  ku nikarin binîvisinîn tên dîtin."

Têkildarî armancê vê panelê endama rêveber a Meclisa Jinan a Sûriyê Aysel Xelo ji ANHA'yê re axivî û got: "Îro rûniştina yekemîn a panele mehane hate lidarxistin. Ji ber baweriya me bi girîngiya wêje û rola jin di wêjeyê de heye ku hîmekî sereke di pêşxistina civakî de ye.  "

ANHA