7.Mihrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam dike

Çalakiyên 7'emîn Mihrîcana Rojava ya Çand û Hunerê di roja duyemîn de li navenda HRRK'ê ya bajarê Qamişlo didome.

7.Mihrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam dike
7.Mihrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam dike
7.Mihrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam dike
7.Mihrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam dike
7.Mihrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam dike
7.Mihrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam dike
7.Mihrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam dike
7.Mihrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam dike
11 tîrmeh, 2020   19:47
QAMIŞLO

Çalakiyên 7`emîn Mihrîcana Rojava ya Çand û Hunerê di roja duyemîn de dewam dikin. Mihrîcan li Navenda Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kudistanê (HRRK) ya bajarê Qamişlo di bin dirûşmeya " SerêKaniyên kesk.. silav ji bo hemû bajarên din" de tê lidarxistin.

Çalakiya roja duyem a Mihrîcana Rojava bi beşdarbûna hejmareke hunermend, helbestvan, rewşenbîr, nivîskar û endamên saziyên sivîl dest pê kir.

Çalakî bi semînera nivîskar Berzo Mehmûd a têkildarî meteryalên perwerdeyê li Rojava, dest pê kir.

Her wiha bi beşdarbûna helbestvanên Îbrahîm Şihab, Beşîr Mele Newaf, Seyfedîn Qadirî, Umran Menteş, Kudyar Dirêyî, Hozan Girkundî şevbuhêrkek bi zimanê Kurdî hate lidarxistin.

Piştre nivîskar Evîn Yûsif, Ciwan Silo, Taha Selîm Husên, Amir Ferso û Mihemed Baqî Mihemed çîrokên xwe pêşkêş kirin.

Di beşê dawî de fîlmê bi navê "Mal" ku ji berhemdariya Komîna Fîlm a Rojava û derhêneriya Sefînaz Evdikê ye, hat nîşandan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dê xebatên mehrîcanê heta 17`ê vê mehê berdewam bikin.

 cx

ANHA