Bi kefaleta şêx û rûspiyan 19 girtî hatin berdan

Li ser banga rûspiyên êlên navçeya Şedadê û gundewarê Dêrazorê, QSD'ê 19 girtî berdan, piştî îsbat bû ku têkiliyên wan bi DAIŞ'ê re nîn in.

Bi kefaleta şêx û rûspiyan 19 girtî hatin berdan
Bi kefaleta şêx û rûspiyan 19 girtî hatin berdan
Bi kefaleta şêx û rûspiyan 19 girtî hatin berdan
Bi kefaleta şêx û rûspiyan 19 girtî hatin berdan
Bi kefaleta şêx û rûspiyan 19 girtî hatin berdan
11 tîrmeh, 2020   13:55
HESEKÊ

Rûspiyên êlên navçeya Şedadê û gundewarê Dêrazorê ji Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) re xwestin ku girtiyên li gel xwe berdin ên ku têkiliyên wan bi DAIŞ'ê re nîn in û li deverên navborî sûcên mirovî nekirine.

QSD`ê piştî lêpirsîna ewlehiyê, bi amadebûna rûspiyên herêmê 19 girtî berdan.

Rûspiyê êla Mehasin Ebdulqadir Şaban ji ANHA'yê re got: "Piştî gelek hevdîtin di navbera rûspiyan, QSD û hêzên ewlekariyê de, van aliyan alîkariya xwe bi daxwaza rûspiyan a serbestberdana girtiyên ku destê wan di qetilkirina sivîlan de nine diyar kirin û beşa sêyemîn a ji 19 girtiyên ji gundewarê başûrê Hesekê û Dêrazorê pêk dihat berdan."

Şaban destnîşan kir ku pêkanîna daxwazên rûspiyên herêmê û beşên civakî asta baweriyê di navbera fermandarên leşkerî yên herêmê û rûspiyên wê de nîşan dide.

Rûspiyê eşîra El-Milhim, Hemza El-Giûd spasiya Meclisa Leşkerî ya Şedadê kir ku bi wan re bû hevkar û daxwaza wan bi cih anî.

El-Giûd anî ziman ku di demên bê de dê beşên din ên girtiyan were berdan û bi bîr xist ku berê jî 400 girtî hatin berdan.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku QSD'ê bi kefaleta şêx û rûspiyên herêmê girtiyan berdide.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TsMQ28tjo-U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>