​​​​​​​Garantorên Astanayê li ser dijberiya demokrasiyê lihev kirin

Garantorên Astanayê Rûsya, Îran û Tirkiyê li ser dijberiya demokrasiyê li hev kirin.

​​​​​​​Garantorên Astanayê li ser dijberiya demokrasiyê lihev kirin
1 tîrmeh, 2020   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokên Rûsya, Tirkiyê û Îranê îro bi rêya vîdeokonferansê civînek lidar xistin. Di civînê de berjewendî û mudexeleyên xwe yên li Sûriyê nîqaş kirin. Serokê Rûsya Vladimir Putin diyar kir ku armanca cezayên Qanûna Qayser a ku sembolên rejîma Sûriyê kirin hedef û dirêjkirina dema cezayên Ewropayê li dijî Sûriyê, tengavkirina aboriya Sûriyê ye.

Pûtîn lihevkirinên girêdayî “herêmên bêçek” ên li Idlibê bibîr xist û diyar kir ku armancên wan lihevkirinan pêk nehatin.

Serokê Îranê Hesen Rohanî banga derxistina hêzên Amerîka ji Sûiyê kir û berdewamkirina piştevaniya rejîmê û têkoşîna li dijî terorê û rêzdarî ji serdestiya Sûriyê û yekîtiya wê kir. Rohanî îşaretpê kir ku gelê Sûriyê çaranûsa xwe bi xwe dûrî mudexeleyên derve diyar dike û tu rê ji bilî çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re tune ye.

Ruxmî ku dewleta Tirk beşên ji Sûriyê dagir kirine û diravê Tirkiyê li herêmên dagirkirî ferz kiriye, lê serokê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan îdia kir ku ew ê hewl bide yekîtiya Sûriyê biparêze.

Piştî bidawîbûna civînê her sê aliyên lihevkirinan Rûsya, Tirkiyê û Îranê daxuyaniyek hevpar dan. Tê de hewldana xurtkirina koordîneyê li gorî lihevkirinên ku di çarçoveya Astanayê de pêk hatine, destnîşan kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên leşkerî yên Îsraîlê li dijî Sûriyê asta aloziyê dijwartir dike û biryara rêveberiya Amerîka ya girêdayî Colanê hate şermezarkirin.

Li gorî daxuyaniyê her sê aliyên ku Sûriye dagir dikine, hewldanên pêkhatina rastiyên nû bin hinceta şerê li dijî terorê red dikin.

Li rex wê jî di daxuyaniyê de hate ravekirin ku serokên her sê dewletan hewl didin li dijî planên parçebûnê bisekinin. Di nîşaneyekê de ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku her sê aliyan wê weke kavirek asê li hember pêkanîna planên xwe di parçekirina Sûriyê de û talankirina karînên gelê Sûriyê dibîne.

Rûsya û Îranê destekarên sereke yên ku piştgiriya rejîma Sûriyê dikin tên hesibandin. Jê re desteka leşkerî pêşkêş dikin û her duyan jî sûcên şer li welêt pêk anîn. Her wiha karîn bi rêya lihevkirinên bi Tirkiyê re di çarçoveya lihevkirinên Astanayê de destpêka 2017`an ji nû ve rûberên mezin ji welêt ên ku wenda kiribûn, vegerînin bin kontrola rejîmê.

Tirkiye jî destekê dide komên çeteyên bi navê “Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê”, çeteyên Cebhet El-Nusra, DAIŞ û pesdarên ol yên ku di lîsteyên terorê yên navdewletî de ne. Êrişî Kurdan dike, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin, bi zorê Kurd ji wan herêman derxistin û li şûna wan çeteyên xwe bi cih kirin.

(şx)

ANHA