‘Lubnan vê havînê li ber qonaxeke dijwar e’

Hin aliyên dîplomatîk têkildarî berdewamkirina zexta li ser Lubnanê ya ji bo gihîştina lihevkirinê û guhertina hevsengiyên hêzan, diyar kir ku nêrînên hevbeş ên Amerîka-Fransayê hene. Her wiha  texmîn kir ku dê vê havînê qonaxeke dijwar li pêşberî welêt be.

‘Lubnan vê havînê li ber qonaxeke dijwar e’
1 tîrmeh, 2020   13:07
BEYRÛT

Dîplomatan destnîşan kir ku heta dema hilbijartinên serokatiyê Amerîkayê yên meha Mijdarê, dê vê havînê Lubnan li ber qonaxeke dijwar be. Piştî hilbijartinan dê siyaseta Amerîka li hemberî Lubnanê nermtir be.

Her wiha dibe ku rêveberiya Amerîkayê siyesata xwe ya tund li hemberî Îranê û aliyên girêdayî wê siviktir bike û dibe ku lihevkirineke Amerîka-Îranê çêbe. Ev yek dê bandoreke erênî li herêma ku di krîzê re derbas dibe, bike.

Li gorî çavkaniyan, qonaxa hesas a ku dê Lubnanê ji ber nakokiyên di navbera DYA`yê û Îranê de tê re derbas bibe, dê ji bo gelê Lubnanê tecrubeyek be û dê asta welatparêziya aliyên partî û nepartî di nêrîna wan ên siyasî de zelal bike.

Çavkaniyan texmîn kir ku rageşiya DYA`yê li dijî Hizbullahê ya li ser zimanê balyoza Amerîkayê Doroti Shea, piştrast dike ku Washington bi hemû rêbazan çi bi şerê derûnî, aborî yan darayî hewl dide ku dorê li Hizbullahê teng bike.

Ewropa û bi taybetî Fransa jî dibînin ku tu astengî li pêşiya diyaloga bi rayedarên Hizbullahê re bi rêya balyozê wan ê li Lubnanê tune ye. Lê belê di heman demê de Parîs hewl dide zextê li hikumeta ku heta niha tu destekftî bi dest nexistiye, bike.

Dîplomatan eşkere kir ku Fransa dixwaze guhartin di hikumetê de çêbe û naxwaze ku hikumeta Hesan Diyab berdewam bike, da ku gelê Lubnanê nebe qurbanê gendeliya tebeqeyeke siyasî ya sist ku hemwext wê nakokiya di navbera Washington û Tehranê de jî berdewam dike.

Hêjayî gotinê ye ku Fransa bi dewleta Lubnanê û Hizbullah re bi şêwazekî nermtir û siviktir ji şêwazê Amerîkayê, dide û distîne.

 (eh)