Desteya Rêveberiyên Herêmî: Rewşa çemê Firatê ne baş e

Nûnerên Komîte û Desteyên Rêveberiyên Herêmî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin ku eger Tirkiye qutkirina çemê Firatê bidomîne, dê karesatek mirovî rû bide. Nûneran destnîşan kirin ku divê rêxistinên navdewletî û mirovî bilivin û Tirkiyê neçar bikin ku avê ji nû ve berde.

Desteya Rêveberiyên Herêmî: Rewşa çemê Firatê ne baş e
1 tîrmeh, 2020   15:30
REQA

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî ya mehane li dar xist. Tê de plana çaryeka duymîn a îsal danî. Her wiha mijara kêmbûna ava çemê Firatê nîqaş kirin.

Hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî Cozêf Lehdo, Mîdye Bozan, cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osî û hevserokên komîte û desteyên rêveberiyên herêmî yên rêveberiyên xweser û sivîl ên tev li civînê bûn.

Beşdaran girîngtirîn proje û xebatên ku komîte û desteyên herêmî di çaryeka yekemîn de pêk anîne nirxandin. Her wiha projeyên girîng ji bo çaryeka duyemîn pêşniyar kirin.

Her wiha qanûna cezayan a Qayser a ku hatiye ferzkirin û asta bandora wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldana ji bo kêmkirina asta cezayan li ser xebatan di dema bê de hatin gotubêjkirin.

Beşdaran diyar kirin ku ji girîntirîn astengiyên rastî karê komîteyan hatine kêmbûna asta ava çemê Firatê ye ku bi awayekî neyînî bandorê li kehrebeyê dike.

Nûnerên deste û komîteyên rêveberiyên herêmî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya mudexeleyên xwe îşaretpê kirin ku bûyerên rû didin hêza komîteyan derbas dike. Lewra divê rêxistinên navdewletî û mirovî bilivin û rê li pêşiya kerasteka ku dê ji ber sûcên Tirkiyê rû bide bigirin û Tirkiyê neçar bikin ji bo ku ava çemê Firatê careke din berde.

Her wiha beşdaran pêwîstiya peydakirina nan di firinan de û vedîtina mekanîzmeyek nû ji belavkirinê re da ku pirsgirêkên derketine derbas bikin, nîqaş kirin.

Ji projeyên ku di civînê de hatine pêşiyarkirin, restorekirina rêyên Til El-Simin, Eyn Îsa, El-Cirniye, Bendava Tişrînê li bajarê Reqayê, rêya Reqa-Hesekê, Amûde. Her wiha destpêkirina projeya cihê sergu li bajarê Kobanê û erkdarkirina komîteya têkildar ji bo nirxandina projeya sergo li Minbicê û projeya çemê Xabûrê li Hesekê ya ku xebatên wê niha têne meşandin.

(şx)

ANHA