Însiyatîfa 'Hêza me di yekitiya me de ye' banga serbestberdana siyasetmedarên jin kir

Însiyatîfa 'Hêza me di yekitiya me de ye' a Lubnanê bi boneya Roja Cîhanî ya piştgiriya girtiyên siyasî  ragihand ku ew piştgiriya girtiyên siyasî yên jin dikin û dest bi hemleya piştgiriya wan dikin.

Însiyatîfa 'Hêza me di yekitiya me de ye' banga serbestberdana siyasetmedarên jin kir
25 hezîran, 2020   20:57
BEYRÛT

Berpirsa Kombûna Jin a Demokratîk a Lubnanê Meha Nemûr daxuyanî bi navê însiyatîfa xwend ku ji Kombûna û komeleya Newroz a Çandî û Civakî û Komeleya Jîn a Jinan pêk tê. Tê de bang li desteya NY û Komîteya Têkoşîna li dijî îşkenceyê, Rêxistina Efû ya Navdewletî û saziyên hiqûqî yên têkildarî kir da ku raya giştî ji rewşa girtiyên siyasî yên jin agahadar bikin û zextê li hikumetên têkildar bikin ji bo ku yekser wan berdin.

Her wiha bang li tevahiya rêxistin û komleyên jin li Lubnanê kir ku ji bo ku tev li hemleya wan bibin û destnîşan kir ku hemleya wan heta ku bigihêje armancên xwe berdewam e û dê çalakiyên cuda di vî warî de lidar bixin.

(şx)

ANHA