Şirketa Pêşxistina Civaka Çandinî genim bi tûrikan werdigire

Şirketa Pêşxistina Civaka Çandinî ya Dêrikê ku genim tenê bi dokma ji cotkaran digirt, niha bi tûrik û çewalan jî digire

Şirketa Pêşxistina Civaka Çandinî genim bi tûrikan werdigire
Şirketa Pêşxistina Civaka Çandinî genim bi tûrikan werdigire
Şirketa Pêşxistina Civaka Çandinî genim bi tûrikan werdigire
Şirketa Pêşxistina Civaka Çandinî genim bi tûrikan werdigire
Şirketa Pêşxistina Civaka Çandinî genim bi tûrikan werdigire
25 hezîran, 2020   18:14
QAMIŞLO

Ji bo alîkariya cotkaran û hêsankirina karên wan, Şirketa Pêşxistina Civaka Çandinî ya Dêrikê di 22'yê Hezîranê de dest bi wergerkirina genim bi rêya tûrik û çewalan kir. Şerîketê beriya vê biryarê tenê genimê bi awayî dokma wedigirt. Embarên Dêrikê dikare tenê deh hezar ton genim depo bike.

Ji ber zêdebûna berhemê îsal şirketê biryar girt ku hemû genim ji cotkaran bikire û di qada embarê de bi cih bike ta veguherîne cihê taybet.

Şirketa Pêşxistina Çandinî ya Dêrikê ji destpêka Hezîranê ve 10 hezar  ton genimê bi şêweyê "Dokma" wergirket. Ji 22'yê Hezîranê ve zêdeyî 6 hezar ton bi tûrik û çewalan girt. Kirîna genim dê heta 3'yê Tîrmehê dewam bike.

Hevserokê Şirketa Pêşxistina Civaka Çandinî Yûsif Hacî diyar kir ku kirîna genim berdewam e heta embarên Dêrikê tijî bibin ku têra deh hezar tonî dike.

Hacî anî ziman ku ji bo alîkariya cotkaran wan biryar girt ku genim bi tûrik û çewalan jî bigirin.

Yûsif Hacî bang li cotkarên ku hîna genimê xwe nefirotine kir ku serî li navendên çandiniyê bidin û navê xwe qeyd bikin da ku genim radestî Şirketa Pêşxistina Çandiniyê ya Dêrikê bikin.

Şirketê ji 6'ê Hezîranê ve piştî ku embar paqij kirin û dezenfekete kirin  dest bi wergirtina nîsk û genim kir.

ANHA