PYD'ê bi şêniyên Helebê re civiya

PYD'ê ji bo danasîna girîngiya kongreya xwe ya 8'an û biryarên wê bi şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re civiya.

PYD'ê bi şêniyên Helebê re civiya
PYD'ê bi şêniyên Helebê re civiya
PYD'ê bi şêniyên Helebê re civiya
PYD'ê bi şêniyên Helebê re civiya
PYD'ê bi şêniyên Helebê re civiya
25 hezîran, 2020   15:08
HELEB

Bi diruşmeya "Bi yekitiya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê re civiyan. Civîn bi armanca danasîna girîngiya kongreya 8'an û biryarên ku hatin girtin, hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Endam Meclisa PYD'ê Raperîn Helebî girîngiya lidarxistina kongreya 8'an a partiyê diyar kir û got: "Kongrê pêngaveke nû ber bi sepandina azadî, parastina destkeftiyên gelê me û mîsogerkirina mafên wê ye. Doza sereke li Sûriyê pêkanîna sîstemeke demokratîk û ne navendî ye, ku mafên gelê Kurd û pêkhateyên din di destura Sûriyê de mîsoger bike."

Raperîn diyar kir ku xeteriya DAIŞ'ê hîna bi dawî neûye, têkoşîna li dijî wê pêwîstiyek e û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê demografiyaya herêmê diguherin, ji bo projeya DAIŞ'ê temam bikin sûcên der mirovî pêk tînin û ewlehiya herêmê xirab bikin. Ji ber wê rizgarkirina herêmê ji dagirkeriyê armanca sereke ya xebatê me y e."

Raperîn Heleb, bal kişand ser rola pêşeng a jin di PYD'ê de û got: "Armanca partiyê pêkanîna wekheviyê di navbera herdu zayendan de, rizgarkirina jin û mêr da ku malbateke demokratîk û civakeke demokratîk were avakirin."

Raperîn di dawiya axaftina xwe de rola partiyê di avakirina civakeke rêxistinkirî, zane û rizgarkirî destnîşan kir û got: "Pêngavên rêxistinkirinê dê dewam bike heta tu kes bê rêxistin nemîne. Ji ber ku civaka rêxistinkirî dê karibe nasname, xak û nirxên xwe biparêze."

Di dawiya civînê de biryarên kongreya 8'emîn a partiyê hatin xwendin.

ANHA