Ciwanên Kurd ên li Lubnanê: Bi giyanê şoreş û têkoşînê em ê tola şehîdan hilînin

Tevgera Ciwanên Kurd a Lubnanê êrişên deweta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê şermezar kirin û gotin: "Bila dijminên Kurdistanê bizanibin ku ciwanên Kurdistanê dê giyanê şoreşê belav bikin û şopdarên xeta şehîdan bibin û tola wan hilînin."

Ciwanên Kurd ên li Lubnanê: Bi giyanê şoreş û têkoşînê em ê tola şehîdan hilînin
25 hezîran, 2020   14:25
BEYRÛT

Dewleta Tirk a dagirker êriş û komkujiyên xwe yên li djiî gelê Kurd didomîne. Endamên Tevgera Ciwanên Kurd a Lunbanên, li Beyrûtê hatin ba hev û daxuyaniyek da raya giştî.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em êrişên rejîma dewleta Tirk a dagirker, tevî êrişên rejîma Îranê yên li ser Şengal, Mexmûr û Şêladizê şermezar dikin ku 5 ciwanên me şehîd bû…Ev asta dijminahiya li dijî gelê me Kurd ji tevahî cîhanê re dide xuyakirin. Em tevgera ciwanên Kurd li Lubnanê bang li tevahî ciwanên li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku yekitiya xwe xurtir bikin da ku li hemberî dagirkeriyê yek rêz bin."

Ciwanan hemû cangoriyên em têkoşîna li ser xeta şehîdan bidomînin ta êrşên dijmin û şerê taybet bi dawî bikin. Em ê li hemberî îxanet, dagirkerî û hemû keleman bêdeng nemînin. Em soz didin ku armanca tekane ya şehîdan bi cih bînin ku Kurdistaneke azad e û yekitiya demokratîk li Rojhilata Navîn e. Em giyanê şoreş û xwesteka azadiyê belav bikin, şopdarên xeta şehîdan bin û hola wan hilînin."

Ciwanên Kurd ên Lubnanê di dawiya daxuyaniyê de banga rêxistinbûyîn û têkoşînê li ciwan, jin û zilaman kir û got: " Bêyê rêxistinbûyîn azadî nepêkan e, divê  ev şîara her ciwanekî Kurd be."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MEhUlTSM27A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>