Ji bo şehîd Zehiya Berkel sersaxî hate qebûlkirin

Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbata endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Zehiya Mihemed Berkel re xwest ku duh di encama teqîna mayinekê de şehîd bûbû.

Ji bo şehîd Zehiya Berkel sersaxî hate qebûlkirin
Ji bo şehîd Zehiya Berkel sersaxî hate qebûlkirin
Ji bo şehîd Zehiya Berkel sersaxî hate qebûlkirin
Ji bo şehîd Zehiya Berkel sersaxî hate qebûlkirin
25 hezîran, 2020   12:49
MINBIC

Konê sersaxiyê yê şehîd Zehiya Mihemed Berkel bi wêneyên wê û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hate xemilandin. Di bin kon de merasîmek hate lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokaratîk a Minbic û Gundewarê Wê Mihemed Elî El-Ebo sersaxî ji malbata şehîd Zehiya re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Elî El-Ebo got: "Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên me pêk tîne, projeya me ya demokratîk dike hedef. Dewleta Tirk a dagirker gundê Helîncê bombebaran kir, piştre hovîtiya xwe li Minbicê berdewam kir ku bombeyek teqand û di encamê de Zehiya Berkel gihaşt asta şehadetê."

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA