Li Holê banga hevgirtina li hember êrişên dagirkeran hat kirin

Şêniyên navçeya Holê bang li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin û hevgirtin û têkoşîna xwe zêde bikin heta hemû xaka xwe ji rejîma Tirkiyê û çeteyên wê rizgar bikin.

Li Holê banga hevgirtina li hember êrişên dagirkeran hat kirin
Li Holê banga hevgirtina li hember êrişên dagirkeran hat kirin
Li Holê banga hevgirtina li hember êrişên dagirkeran hat kirin
Li Holê banga hevgirtina li hember êrişên dagirkeran hat kirin
25 hezîran, 2020   12:29
HESEKÊ

Helwestên şermezarkirinê ji aliyê gel ve ji bo bombebarana balafireke dewleta Tirk li ser maleke sivîlan li gundê Helinc ê Kobanê zêde dibe. Di encama bombebaranê de 3 jin şehîd bûbûn.

Meclisa navçeya Holê û Kongreya Star ji bo şermezarkirian sûcên dewleta Tirk û çeteyên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê û komkujyên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist.

Bi sedan şêniyên navçeyê û şêxên eşîran li pêşiya navenda perwerdeyê ya navçeyê kom bûn û ber bi çerxerêya sereke ya navçeyê ve çûn. Di meşê de wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û silavkirina berxwedana jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hildan.

Meş li çerxerêya sereke veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de Şêx Edhem El-Salih bi navê rûspiyên eşîran axivî. Şêx Edhem El-Salih diyar kir ku di dema hemû hêz li çareserkirina aloziyê digerin, rejîma Tirkiyê êriş û sûcên li dijî herêmê didomîne çi bi destwerdanên leşkerî û çi bi topbarana li ser herêmê.

Edhem El-Salih destnîşan kir ku bombebarana li ser herêmên Şengal, kampa Mexmûr û gundê Helinc ku di encama wê de sivîl şehîd bûn bi lihevkirina di navbera Rûsya, DYA û dewleta Tirk de pêk hat û êriş hatin kirin sûcdariya rejîma Tirkiyê diyar dike.

Her wiha bi navê Kongreya Star Menal Xidir jî axivî û êrişên dewleta Tirk û bombebarana li ser Şengal û Mexmûrê şermezar kir û wiha domand: "Armanca êrişan ku îradeya jinên azadîxwaz û birêxistinkirî bişikînin."

Paşê Salim El-Salim bi navê meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Holê axivî û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji êriş û sûcên pêk tîne ku tevlîheviyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em soz didin ku emê şopdarên rêya şehîdên xwe bin heta ku em tevahî xaka xwe ji dijminan rizgar bikin û azadiya hemû pêkhateyan bidest bixin."

Mîtîng bi dirûşmên banga hevgirtinê li hember êrişan, bi dawî bû.

(bx)

ANHA