Rêxistina Mafên Mirovan banga vekirina dosyaya lêpirsînê ji bo her sê jinên şehîd kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bi daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî kir ku bendên lihevkirina agirbestê pêk bîne, qedexeyê di aliyê hewayî de ferz bike, dosyaya lêpirsînê di doza çalakvana sivîl û hevalên wê de veke, her wiha bang li DYA`yê kir ku erka xwe pêk bîne û êrişên li dijî şêniyan asteng bike.

Rêxistina Mafên Mirovan banga vekirina dosyaya lêpirsînê ji bo her sê jinên şehîd kir
25 hezîran, 2020   12:57
ŞEHBA

Daxuyanî li Kampa Serdem a kantona Şehbayê hat dayîn. Bi dehan jin tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Jinan wêneyên şehîd Zehra, Hebûn û Emîna hildan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Balafireke keşfê ya dewleta Tirk şeva 23`yê Hezîranê maleke sivîlan li gundê Helinc ê Kobanê bombebaran kir. Di encama wê de komkujiyek pêk hat û 3 jinên çalakvan şehîd bûn.

Ji ber sûcên li dijî sivîlan bi taybet li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bang li civaka navnetewî dikin ku;

1- Bendên di lihevkirina agirbestê de pêk bîne û bi temamî ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişe.

2- Qedexeya tevgera hewayî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina sivîlan ferz bike.

3- Hêzên navneteweyî ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bişîne da ku êrişên dewleta Tirk li ser herêmê bisekinîne.

4- Komîteyeke navneteweyî bi sponseriya NY`yê ava bike da ku der barê sûcên ku artêşa Tirk  û fesîleyên alîgirên wê pêk tînin, lêpirsîne bike.

5- Dosyaya lêpirsînê di doza çalakvana sivîl û hevalên wê, her wiha kuştina siyasetmedar Hevrîn Xelef de, doza îşkencekirina jinan û hedefgirtina wan veke.

6- Nûnerê dewleta Tirk, wezîrê parastinê yê Tirkiyê û serokerkanê artêşa Tirk werin sûcdarkirin û di dadgehên navneteweyî yên adil de werin cezakirin, ji ber sûcên şer ên ku pêk anîne, an jî sûcên ku çeteyên sûrî bi fermananên wan pêk anîne, her wiha ji ber çekên ku di asta navdewletî de hatine qedexe kirine, bi kar tînin. Ev navên borî daxuyaniyên dijber didin ku xîtaba nefretê û kînê nîşan dide û niyetên wan ên pêkanîna sûcan li dijî gelê Kurd diyar dike.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pCxvJ9Uz49M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>